Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê: Tirkiye çekdarên li Sûriyê dişîne Lîbyayê

28-12-2019
RÛDAW
Hejmareke çekdarên oposizyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve (Wêne: Bakr Alkasem/AFP)
Hejmareke çekdarên oposizyona Sûriyê yên ser bi Tirkiyê ve (Wêne: Bakr Alkasem/AFP)
Nîşan Sûriye Grûpên Çekdar Tirkiye Lîbya Ehmed Mismarî Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê got ku Tirkiyê çekdarên opozisyona Sûriyê vediguhêze bo Lîbyayê.

Berdevkê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê Lîwa Ehmed Mismarî got, Tirkiyê çenkdarên tundrew ji Sûriyê dişîne Lîbyayê, hinek ji wan çekdarên cebhet el Nusre ne û hinek jî ji wan çekdarên daişê ne.

Li gor hin çavkaniyan, Tirkiyê 250 çekdarên Sûrî şandine Lîbyayê ji bo ku şerê artêşa Niştimanî bikin, ku Xelîfe Hefter fermandariya wê dike.

Derbarê vê yekê de, Xalid Xiwêl, şêwermendê Encûmena Hozên Lîbya ji rojnameyeke erebî re ragihandiye ku Tirkiyê fermandarên grûpên tundrew li cem xwe dihewîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst