Bi rêya enerjiya rojê elektrîka mizgeftan dabîn dikin

28-12-2018
RÛDAW
"Bikaranîna enerjiya rojê jîngehê jî diparêze"
"Bikaranîna enerjiya rojê jîngehê jî diparêze"
Nîşan Urdin Elektrîk Roj Enerjî Mizgeft
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Ewqaf a Urdinê ji bo mizgeftên wî welatî bi rêya enerjiya rojê, dest bi projeya dabînkirina elektirîkê kiriye.

 

Niha hezar mizgeft enerjiya rojê bikar tînin û dê di pêşerojê de 5 hezar û 500 mizgeft ji vê projeyê sûdmend bibin.

 

Derdora hezar mizgeft li Urdinê ji bo bidestxistina elektirîkê, enerjiya rojê bikar tînin, lewma pereyekî zêde ji hikûmetê re vedigere û him jî dibe sedema parastina jîngehê.

Berpirsê Elektrîka Mizgeftan ê li Wezareta Ewqaf a Urdinê Hemze Îbdah dibêje: “Berê fatûreya elektrîkê li ser Wezareta Ewqafê 10 milyon dînar bû û hin caran digihişt 15 milyon dînaran, lê niha bi vê yekê kêm bûye, bi taybet piştî lêkolîn li ser wan mizgeftan hate kirin ku gelekî elektirîkê bikar dianîn, lewma niha fatûreya elektrîkê daket û Wezareta Ewqaf sûdmend bû û li mizgeftê ku enerjiya rojê bikar anîn, têde fatûra elektirîkê nema.”

 

Pêwîstiya guhertina sîstema elektrîka hemû mizgeftên Urdinê bi piştgîriya darayî heye, ji ber ku enerjiya rojê bi amûrên taybet kar dike.

 

Ji bo lêçûna vê projeyê, Wezareta Ewqaf heta ji sedî 25 dabîn dike, beşekî jî Wezareta Enerjiyê dide û beşê mayî jî xwebexş pêkêş dikin. Ji bo ku ev proje bi serkeve, pêwîstî bi 70 heta 77 milyon dolaran heye.

 

Pisporê enerjiya rojê Dr. Ehmed Elselayine dibêje: “Ji ber sê sedeman me berê xwe daye enerjiya rojê; sedema yekem ew e ku em dizanin ku çavkaniyên enerjiyê yên petrol û komirê ji bin erdê têne derxistin û ligel derbasbûna demê kêm dibin û namînin, lewma pêwîst e em berê xwe bidin enerjiya rojê. Sedema din divê em pişta xwe bi çavkaniyên xwezayî yên weke rojê girê bidin û ti kes nikare rê li ber çavkaniya rojê bigre, sedema sêyem jî girêdayî jîngehê ye, em dizanin ku enerjiya rojê bê xaz e û ne weke sedema guherîna seqayê weke çavkaniyên din yên enerjiyê ye.”

 

Pisporên Urdinî weha dibînin ku seqaya welatê wan ji bo bikaranîna enerjiya rojê guncaw e û eger ev proje bi serkeve, dibe ku li malan û cihên giştî jî enerjiya rojê were bikaranîn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst