‘Mihemed bin Selman û Netanyahu negihîştin rêkeftinê'

28-11-2020
RÛDAW
Nîşan Mihemed bin Selmanê Benjamin Netanyahu Erebistana Siûdiyê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî asayêbûna peywendiyên di navbera Îsraîl û çend welatên Kendavê, civîneke nihênî di navbera berpirsên herî bilind ên Îsraîl û Siûdiyê de pêk hat. Lê li gor zanyariyan, Mihemed bin Selman razî nebû peywendiyên li gel Îsraîlê asayî bike.

Rojnameya Wall Street Journal li ser zarê hejmareke berpirsên Amerîkî û Siûdiyê ku nexwestiye navê xwe eşkere bikin, zanyariyên zêdetir li ser hevdîtina nihênî ya Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Şazadeyê Cênişin (Welîehd) yê Siûdiyê  Mihemed bin Selman belav kirin.

Radyoya sebazî ya Îsraîlê berî niha aşkere kiribû ku Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, “bi nihênî serdana Siûdiyê kiriye” û di çarçova wê serdana xwe de li bajarê Niyom li gel Şazadeyê Siûdiyê Mihemed bin Selman kom bûye.

Her çiqas paşê berpirsên Sûiûdiyê red kir ku serokwezîrê Îsraîlê serdana wî welatî kiribe jê, lê li gor çavkaniyên emnî ew civîn nîvê şevê çê bû û 5 demjimêran berdewam kir û Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo û Berpirsê Îstîxbareta Îsraîlê (MOSSAD) Yassi Cohen di wê civînê de amade bûn.

Li gor zanyariyan di wê civînê de gotûbêj li ser asayikirina peywendiyan û di serî de Îran rewşa navçeyê û dawîn pêşhat hatin gotûbêjkirin.

Li gor rojnameya Wall Street Journal ku nûçeya xwe spartiye berpirsên bilind ên Siûdî û Amerîkî di wê civînê de Mihemed bin Selman amade nebû peywendiyên li gel Îsraîlê asayî bike û lewma bêyî ku ti rêkeftinek bê îmzekirin, Benjamin Netanyahu vegeriya Îsraîlê.

Herwiha Wezîrê Perwerdê yê Îsraîlê Yoav Gallant di dema beşdarbûna xwe di bernama radyoya artêşa Îsraîlê de piştrast kiribû ku Benjamin Netanyahu bi nihênî serdana Siûdiyê kiriye û li Mihemed bin Selman civiyaye.

Wezîrê Derve yê Siûdiyê Feysel bin Ferhan berî çend rojan derbarê rêkeftina aştiyê ya di navbera Îsraîl û beşek ji welatên Erebî de gotibû, “Siûdiye piştgiriya pêkanîna peywendiyan li gel Îsraîlê dike, lê ev ji hemûyan girîngtir e; rêkeftina daîmî û aştiya di navbera Filistîn û Îsraîlê de.”

Wezîrê Derve yê Amerîkayê Mike Pompeo roja 13ê vê mehê bi geşteke 10 rojî ji Washington ber bi Ewropa û Rojhilata Navîn bi rê ket ku yekem car serdana Fransa, paşê Tirkiye, Îsraîl û welatên Erebî kir.

Pompeo roja Yekşemê gihîşt Siûdiyê û li gel Mihemed bin Selman civiya û paşê ji Riyadê vegeriya Amerîkayê.

Li gor encamên ne fermî yên hilbijartinên Amerîkayê, berbijêrê Demokratan Joe Biden serokê nû yê Amerîkayê ye.

Lewma serdana Pompeo wek dawîn serdan a ji bo xatirxwastinê hat binavkirin, ne ku serdanek bo bihêztirkirina peywendiyan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst