Hizbulahê Îsraîl da ber mûşekan

6 demjimêr berê
Nîşan Hizbulah Îsraîl Êriş
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hizbulahê ragihand ku wan êrişî baregeheke leşkerî û 9 jîwarên li Îsraîlê kiriye.

Hizbulahê bi rêya hesabê xwe yê Telegramê li ser êrişên xwe yên dawiyê agahî dan.

Li gorî daxuyaniyê, bi mûşekan êrişî baregeha leşkerî ya Zevulunê û dronên kamîkaze jî êrişî herêma Bar Levê ya li rojhilatê Eqayê hatiye kirin.

Hizbulahê diyar kir ku wan bi mûşek, top û dronên kamîkaze êrişî leşkerên Îsraîlê yên li Hula, Xilet Nayîf, Eyterûn û El-Mercê kiriye.

Li gorî daxuyaniya Hizbulahê, di van êrişan de hinek leşkerên Îsraîlê hatine kuştin (hejmar nehatiye dayîn) lê divê were gotin ku Îsraîlê ev agahî piştrast nekiriye.

Li gorî heman daxuyaniyê, 9 warên jiyanê yên li bakurê Îsraîlê jî bûne hedefa êrişan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst