Li Misirê gelek otomobîl li hev qelibîn: 32 mirî, 63 birîndar
Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Buheyrayê Misirê gelek wesayît li hev qelibîn.
Di encama qezaya trafîkê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.
Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku li ser rêya Qahîre-Îskenderiyeyê, li nêzî herêma Wadî en-Natrunê ya li bakurê welêt, otobuseke rêwiyan û gelek otomobîl li hev qelibîn.
Piştî qezayê hinek otomobîl şewitîn.
Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 32 kesan canê xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.
Li gorî nûçeya El Ehramê di rê de zeyt ji erebeyekê herikiye û di encamê de gelek otomobîl li hev qelibîne û agir bi hinekan ketiye.