Li Misirê gelek otomobîl li hev qelibîn: 32 mirî, 63 birîndar

28-10-2023
RÛDAW
Nîşan Misir Qeza
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Li bajarê Buheyrayê Misirê gelek wesayît li hev qelibîn.

Di encama qezaya trafîkê de 32 kesan jiyana xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Misirê ragihand ku  li ser rêya Qahîre-Îskenderiyeyê, li nêzî herêma Wadî en-Natrunê ya li bakurê welêt, otobuseke rêwiyan û gelek otomobîl li hev qelibîn.

Piştî qezayê hinek otomobîl şewitîn.

Li gorî agahiyên destpêkê di encamê de 32 kesan canê xwe ji dest da û 63 kes jî birîndar bûn.

Li gorî nûçeya El Ehramê di rê de zeyt ji erebeyekê herikiye û di encamê de gelek otomobîl li hev qelibîne û agir bi hinekan ketiye.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst