Kê cihê Ebûbekir Bexdadî aşkere kir?

Hewlêr (Rûdaw) – Li gor hinek medyayan, kesekî bi navê Mihemed Elî Sacit naskirî bi Osman ku pêştir ji aliyê saziyên îstixbaratê yên Iraqê ve hatiye girtin, cihê serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî aşkere kiriye.

Li gor hin medyayan, Mihemed Elî Sacit hevlingê Ebûbekir Bexdadî û kesekî gelek nêzîk ji serkirdeyê DAIŞê bûye û derbarê cihê ku Bexdadî xwe lê veşartiye, zanyarî dane hêzên Iraqî.

Sacit wek kesekî nêzîk ji Ebûbekir Bexdadî tê naskirin û dema ku hêzên Iraqî lêkolîn pê re kirine, hin zanyarî li ser cihê Bexdadî aşkere kirine, herwiha zanyarî li ser wî cihî jî dane ku herî dawî serkirdeyê DAIŞê di girteyeke vîdyoyî de derketibû û diaxivî.

Iraqê jî ew zanyarî dane Amerîkiyan, ku di encamê de xelîfeyê DAIŞê di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de li parêzgeha Idlib a Sûriyê û li nêzîkî sînorê Tirkiyê hat kuştin.

Şaneya Ragihadina Ewlehiyê ya Iraqê ragihand, Dezgeha Îstixbarata Niştimaniya Iraqê piştî lidûvçûnên berdewam û çêkirina tîmeke pispor bi dirêjahiya salekê û bi piştevaniya zanyariyên îstixbaratî, ji bo diyarkirina cihê mana Ebûbekir Bexdadî û ewên ku pê re bûn, kar kir.

Şaneya Ragihadina Ewlehiyê ya Iraqê herwiha dibêje, Dezgeha Îstixbarata Iraqê cihê Ebûbekir Bexdadî li parêzgeha Idlib a Sûriyê diyar kir, li ser vê esasê jî hêzeke Amerîkî bi hevahengiya li gel Dezgeha Îstixbarata Niştimaniya Iraqê operasyoneke serbazî pêk anîn û Ebûbekir Bexdadî û ewên ku li gel bûn, kuştin.

Duh Yekşemê 17ê Cotmeha 2019an, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekê fermî kuştina xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de piştrast kir.