Temellî: Hem dibêje çareserî bi rêbazên leşkerî nabe û hem jî gefan li rojhilatê Firatê dixwe

28-10-2018
RÛDAW
Hevserokê HDPê dibêje divê gelê Sûriyê biryarê li ser destûra welatê xwe bide
Hevserokê HDPê dibêje divê gelê Sûriyê biryarê li ser destûra welatê xwe bide
Nîşan HDP Amed Li Rojhilata Navîn Qeyran û Çareseriya Neteweya Demokratîk Sûriye Rojavayê Kurdistanê Lûtkeya Çaralî ya Sûriyê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Hevserokê Giştî yê HDPê ragihand ku di Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Trikiyê behsa wê yekê hatiye kirin ku nabe li Sûriyê krîz bi rêyên leşkerî bê çareserkirin û got, desthilata Tirkiyê hem dibêje çareserî bi rêbazên leşkerî nabe û hem jî gefan li rojhilatê Firatê dixwe û ev yek jî dirûstnebûna desthilatê nîşan dide.

 

Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi piştevaniya HDPê li Amedê konferansek bi navê "Li Rojhilata Navîn Qeyran û Çareseriya Neteweya Demokratîk" li dar xist û Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî jî beûdar bû û têde gotarek pêşkêş kir.

 

Hevserokê Giştî yê HDPê Sezaî Temellî diyar kir ku divê di danûstandinên li ser destûra Sûriyê de gelê Sûriyê bixwe cih bigre û di vê çarçoveyê de jî hêzên ku li dijî DAIŞê şer kirine, tevlî danûstandinan bibin.

 

Derbarê Lûtkeya Çaralî ya li ser kêşeya Sûriyê li bajarê Stenbolê yê Trikiyê de Sezaî Temellî wiha got: “Tevî ku gelê Sûriyê bixwe heye, rabûne li ser çarenivîsa gelê Sûriyê biryaran digrin. Di lûtkeya Stenbolê de hatiye ku, bi rêbazên leşkerî krîza Sûriyê nayê çareserkirin. Ev gotina ku hatiye kirin, dubarekirina gotinên me ye, lê kêm e. Eger ku em çareseriyên aştiyane dixwazin, wê çaxê divê gelê Sûriyê di nava vê lûtkeyê de hebe. Herwiha hêzên ku li dijî çeteyên DAIŞê şerkirine, hebin.”

 

Temmlî anî ziman ku gelek eşkere ye ku Tirkiye li gel çeteyên DAIŞê hate cem hev û wiha pê de çû: “Dema ku em li Idlibê jî dinêrin, heman peywendiyên Tirkiyê li gel grûpên çekdar hene û piraniya wan grûpan jî ka dê kengî di dadgehên navdewletî de bêne darizandin, nayê zanîn. Heya ku ev yek zelal nebe û mirov bibêje ku dê ev pirsgirêk bi danûstandinan çareser bibe, tê wê wateyê ku ev hêz dixwazin zeman qezenc bikin. Belê! Gelê Sûriyê pêdiviya xwe bi destûrekî nû û aştiyekê heye. “

 

Hevserokê Giştî yê HDPê helwesta Tirkiyê ya derbarê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê de rexne kir û got jî: “Ji aliyekê ve mirov rabe û bibêje çareserî bi rêbazên leşkerî nabe û ji aliyê din ve gefan li rojhilatê Firatê bixwe, dibe nîşaneya nadirûstiya desthilata Tirkiyê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst