TIRKIYE/IRAQ – Vîze rabû

28-10-2016
RÛDAW
Nîşan Iraq Tirkiye Pasaport Vîze
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Di navbera Tirkiye û Iraqê de vîze hate rakirin.

 

Balyozê Tirkiyê li Bexdadê Faruk Kaymakci ragihand ku ji roja 28ê Cotmehê pêve di navbera Tirkiye û Iraqê de dê jib o pasaportên fermi vîze neyê bikaranîn.

 

Faruk Kaymakçi diyar kir ku herdu alî ji sala 2014ê ve li ser vê yekê kar dikin û eşkere kir, li gorî rêkeftina herdu aliyan, ji derbasbûna welatiyên Iraq û Tirkiyê yên xwedî pasaportên dîplomatîk, xizmetguzarî û taybetî êdî pêwîstiya vîzeyê nemaye.  

 

Balyozê Tirkiyê destnîşan kir ku welatiyên ku dixwazin herin Tirkiyê jî dikarin vîzeyên etîket, e-vize û C1 (geşt, bazirganî û tendurustiyê) di roja xwe de werbigrin.

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst