Kadar Pîrê: Amerîka rê nade navçe ji bo hikûmeta Sûriyê bê radestkirin

Hewlêr (Rûdaw) - Serokê Navenda Kurd Bêsînor Kadar Pîre jî dibêje, wê Amerîka rê nede Rojavayê Kurdistanê ji bo Hikûmeta Sûriyê bê radest kirin.

Hevserokê Konseya Rêveber a KCKê Cemîl Bayik derbarê lûtkeya sê alî ya navbera Îran, Rûsya û Tirkiyê li Tehranê de dibêje, Tirkiyê xwestibû bi rêya operasyoneke serbazî statuya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê ji holê rake û Kurd nebin xwedî ti mafan, lê ev xwestek nehat qebûlkirin, lê li şûna vê xwestekê hatiye qebûlkirin bi rêya asayîkirina peywendiyan di navbera Tirkiye-Sûriyê de, hikûmeta Sûriye careke din Rojavayê Kurdistanê vegerîne bin kontrola xwe.

Derbarê armancên hikûmeta Sûriyê û Tirkiyê yên derbarê Kurdan de, Serokê Navenda Kurd Bêsînor Kadar Pîrê got: “Berê hevdîtinên wan veşartî, lê niha bi eşkere dikin. Niha armanca rejîma Sûriyê û Tirkiyê bûne yek.”

Lê li gor şirovekarê Kurd, Amerîka qet qebûl nake Tirkiye ne peywendiyan ligel Sûriye asayî bike û hem ligel Rûsyayê jî zêde gavan biavêje, herwiha qet qebûl nake kes nêzîkê statûya Rêveberiya Xweser li Rojavayê Kurdistanê bibe.

Kadar Pîrê herwiha got: “Amerîka li wê derê ye û naxwaze her tişt bikeve di destê Rûsyayê de. Eger dosyayê Sûriyê ji destê Amerîkayê derbikeve, dê li tevahiya Rojhilata Navîn lawaz bibe. Amerîka dê qebûl neke rewşa vegere weke berê sala 2011an û dê rê nade navçe ji bo hikûmeta Sûriyê bê radestkirin.”

Li gor çavdêrên peywendîdar, piştî opozisyona Sûriyê li ser astên navxweyî, navherêmî û navdewletî şikest, hikûmeta AKPê di siyaseta xwe ya navxwe û derve de rûbirûyê nerazîbûneke zêde bûye, bi piştîvaniya Rûsya û Îranê berê xwe daye asayîkirina peywendiyên ligel hikûmeta Sûriye tenê ji bo wêya Kurd li wî welatî ti mafekî bi dest nexin.