DAIŞ xwe bi rêxistin dike û êrîşên xwe bo ser grûpên çekdar li Yemenê zêde kirine

28-07-2020
RÛDAW
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – DAIŞ li Yemenê dubare xwe bi rêxistin dike û êrîşên xwe bo ser çend hêzên çekdar ên li wî welatî zêde kirine. Ji dawiya 2018ê ve êrîşên DAIŞê li Yemenê zêdetir bûne û li gor raporta navdeneke amerîkî, di dawiya sala bihorî de DAIŞê 10 êrîş li dijî El Qaîdeyê û 6 êrîş jî li dijî milîsên Hûsî pêk anîne.

Şerê navxweyî yê Yemenê, ku ketiye sala xwe ya şeşem, bûye sedema dirustbûna valahiya ewlehiyê li wî welatî, ji ber vê yekê niha çalakiya rêxistinên terorî li Yemenê zêd bûne, rêkistina DAIŞê jî êrîşên xwe li ser çend hêzên çekdar ên wî welatî zêdekirin e.

Di 2 sal û nîvê yên bihrî de, DAIŞê kuştina 75 çekdaran ji hêzên beramber xwe ragihandiye, ji wê hejmarê 93% li parêzgeha Beyza hatine kuştin.

Êrîşên DAIŞê ji dawiya sala 2018an ve zêde bûne û raporteke Navenda Global Police ya Amerîkî eşkere kiriye, di dawiya wê salê de, 10 êrîş li dijî Qaîdeyê û 6 êrîş li dijî Hûsiyan encam dane.

Bi dirêjiya her çar çarekên sala 2019an jî, DAIŞ di êrîşên xwe de, berdewam bû.

-Di çareka yekem de, 16 êrîş li dijî Qaîdeyê û 9 êrîş li dijî Hûsiya encam dane.

-Di çareka duyem de, 14 êrîş li dijî Qaîdeyê encam dane.

-Di çareka sêyem de, 13 êrîş li dijî Qaîdeyê û 6 êrîş li dijî Hûsiyan û 4 êrîş li dijî hêzên cudaxwaz ên li başûrê Yemenê, encam dane.

-Di çareka çarem de, DAIŞê 6 êrîş li dijî Qaîdeyê, 12 êrîş li dijî Hûsiyan û 3 êrîş li dijî hêzên cudaxwaz ên li başûrê Yemenê, encam dane.

-Di çareka yekem a sala 2020an de, 3 êrîş li dijî Qaîdeyê û 23 êrîş li dijî Hûsiyan encam dane û di çareka duyem de jî, 6 êrîş li dijî Hûsiyan, encam dane.

Ji aliyekî din ve, derketina milmilaniyên navxweyî li nav hêzên Hevpeymanan û nakokiyên êlan, zemîneke guncaw ji bo geşbûna DAIŞê û êrîşên wê li Yemenê dirust kiriye.

Rêxistina DAIŞê û herwiha rêxistina El Qaîdeyê, keysbaziya nakokiyên navbera hêzên sereke yên Yemenê yên li dijî hev kirine derfetji bo firehkirina rêzên xwe û zêdekirina êrîşan.

Her ji destpêka derketina wê ve li Yemenê, DAIŞ ji aliyê Amerîka û Hevpeymaniya Erebî ve bi serokatiya Siûdiyê di navbera salên 2016 û 2017an de hatiye armanckirin, wê yekê jî wiha kiriye ku di qonaxa yekem a derketina xwe de li Yemenê ne serkeftî be.

Qonaxa duyem a hewla DAIŞê, ji bo bohêzkirina xwe li Yemenê, ji dawiya sala 2018an ve, destpê dike, ku tê de, êrîşên xwe li ser Qaîde û Hûsiyan bêhtir kirin.

Di 2 sal û nîvê yên bûrî de, DAIŞê kuştina 75 çekdaran ji hêzên beramber xwe ragihandiye, ji wê hejmarê 93% li parêzgeha Beyza hatine kuştin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst