Ji bo bişibe "zebrayê" ker boyax kirin

Hewlêr (Rûdaw) – Li paytexta Misrê bajarê Qahîreyê derket holê ku li baxçeyekî ajelan ker boyax kirine û ew şibandine "zebrayê".

 

Li Qahîreyê li baxçeyekî ajelan ji bo bişibin "zebrayê" ker hatin boyaxkirin û xwendekarê 18 salî yê bi navê Mehmûd Serhanî ev bûyer derxist holê.

 

Mehmûd Serhanî diyar kiriye ku "zebra hatine cem wî" lê belê dema ku temaşe kiriye fêm kiriye ku ew ajel "ne zebra ye" û ker hatiye boyaxkirin.

 

 

 

Ev bûyer li Misrê rastî berteka gel hat, lê belê rêveberê baxçeyê ajelan Muhamed Sultan di daxuyaniya xwe de ku ji radyoyeke Misrê re axivî, îdia kir ku ajel "ne sexte ye".

 

Hêjayî gotinê ye ku di sala 2009an de jî bûyereke bi vî rengî li Xezeyê jî qewimîbû. Baxçeyê ajelan piştî mirina du zebrayên xwe, ji bo ku bişibin zebrayan, çend ker boyax kiribûn.