Şerê Îsraîl û Libnanê li ber derî ye

28-06-2024
RÛDAW
Nîşan Hizbulaha Libnanê Artêşa Îsraîlê Hesen Nesrulah Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yuav Galant
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsraîl û Hizbulaha Libnanê xwe ji şerekî nû re amade dikin, Îsraîlê li ser sînorê Libnanê leşker bi cih kirine û çekdarên Şîe jî diyar dikin ku ew dê berê xwe bidin Libnanê.

Îhtîmala derketina şerekî berfireh ê di navbera îsraîl û Libnanê de zêdetir bûye û bi hezaran çekdar eşkere dikin ku amade ne alîkariyê bidin Hizbulahê.

Li aliyê din, Îsraîl jî Hizbulahê bi wêrankirina Libnanê tehdît dike.

Ji roja destpêkirina Şerê Xezeyê ango ji 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan şerekî neyekser di navbera Hizbulahê û Îsraîlê de heye.  

Hizbulah bi mûşekan êrişî herêmên bakur ên Îsraîlê dike û Îsraîl jî bi balafiran navendên Hizbulahê bombebaran dike.

Komên Şîê yên Îraq û Sûriyeyê xwe ji şer re amade kiriye

Îsraîlê hêzeke zêde ya leşkerî û lojîstîk şandiye ser sînorê xwe yê bi Libnanê re û şer li ber derî ye.

26ê Hezîranê Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nesrulah ragihand, grûpên nêzîkî Îranê li Îraq, Sûriye û Yemenê diyar dikin ku ew amade ne tevî Hizbulahê li dijî Îsraîlê şer bikin.

Hesen Nesrulah Îsraîlê bi wêrankirinê tehdît kir û wiha got:

“Îsraîl dizane ku di destê me de lîsteyeke hedefan heye û şiyana me heye ku em bigihêjin wan armancan ku bingeha erdên we dihejînin."

Îsraîl: Armanca me ne xelkê Xezeyê û Libnanê ye

Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yuav Galant li ser amadekariyên şerê Libnanê wiha got:

“Şerê me ne bi xelkê Xeze û Libnanê re ye. Şerê me bi Hemas û Hizbulahê re ye. Em tenê li dijî wan şer dikin ku ew jî dixwazin zererê bigihînin me.”

Hizbulah, zêdeyî 8 mehan e bi mûşekanan li herêmên sînorî yên Îsraîlê dide.

Artêşa Îsraîlê dixwaze nêzîkî 20 kîlometreyî li ser sînorê xwe û Libnanê herêmeke aram çêbike û êrişên Hizbulahê bi dawî bike.

Herwiha nêzîkî 60 hezar Îsraîliyî ji ber êrişên Hizbulahê ji mal û milkên xwe xwe derketinê.

Artêşa Îsraîlê dixwaze Îsraîliyên ku ji herêma bakurê Îsraîlê ya li ser sînorê Libnanê derketine careke din vegerîne.

NY: Dibe ku herêm wêran bibe

Berpirsê Karesatên Mirovî yê Neteweyên Yekbûyî (NY) Martin Grifiths jî amaje bi rewşa mirovî ya li herêmê kir û wiha got:

“Bi nerîna min ew herêm bûye cihekî tijealozî û bi taybetî jî başûrê Libnanê. Ez berdewam bi hevkarên xwe yên li Orşelîm û Beyrûdê ne di pêwendiyê de me.

Em li ser wan metirsiyan diaxivin bê ka dê çi bibe û dibe ku herêm wêran jî bibe.”

Li aliyê din, gelek welatên Ewropayê bi tevahî heta niha 10 welatan ji welatiyên xwe xwestinye bi lez ji Libnanê derkevin.

Ji çiriya pêşîn a sala borî ve ji ber nakokiyên di navbera Îsraîl û Hizbulahê de zêdetir ji 60 hezar kesî ji bakurê Îsraîlê koçber bûne.

Herwiha li başûrê Libnanê jî nêzîkî 100 hezar kesî koçber bûne.

Dîsa di êrişên Îsraîlê de li Libnanê zêdetir ji 475 kesan hatine kuştin ku piraniya wan çekdarên Hizbulahê bûn.

Li Îsraîlê jî roketên Hizbûlahê bûne sedema kuştina 15 leşker û 11 sivîlan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst