Erdogan bersiv da Serokê Sûriyeyê: 'Birêz Esed'

28-06-2024
Nîşan Recep Tayyîp Erdogan Beşar Esed Pêwendî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bersiv da gotinên Beşar Esed ên li ser pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê.

Serokê Sûriyeyê Beşar Esed li ser normalbûna pêwendiyên Tirkiye û Sûriyeyê gotibû:

“Bi şertê ku rêz li serweriya me bê girtin, em ji bo qebûlkirina hemû hewlên asayîkirina pêwendiyan amade ne.”

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro li Stenbolê piştî nimêja înê bersiv da van gotinên Beşar Esed.

“Em dê dîsa bi hev re tevbigerin”

Recep Tayyîp Erdogan got ku ew dikarin pêwendiyên xwe bînin asta berê û pê de çû:

“Ji bo em pêwendiyê daneynin ti sedem nîne. Li ser bipêşxistina pêwendiyên bi Sûriyeyê re, em berê çawa bi hev re bûn, em dê dîsa bi hev re tevbigerin.

Ti carî derd û armanceke me ya em midaxeleyî karên navxwe yên Sûriyeyê bikin nebûye, ji ber ku em bi gelê Sûriyeyê re wekî birayan dijîn.

“Me bi Birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin dikirin”

Wekî hûn dizanin me bi Birêz Esed re bi malbatî jî hevdîtin dikirin, ne pêkan e ku em bibêjin sibe jî nabe, dê dîsa bibe.

Bi ti awayî derdekî me yê ku em midaxeleyî karên navxwe yên Sûriyeyê bikin nîne."

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst