Rehîm Ferzam: Nêrînên Îran û Tirkiyeyê yên li ser PKKyê cuda ne

28-06-2024
Rehîm Ferzam bû mêvanê Hêvîdar Zanayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Rehîm Ferzam bû mêvanê Hêvîdar Zanayê / Wêne û Vîdeo: Rûdaw
Nîşan PKK Tirkiye Îran Hilbijartinên Serokkomariya Îranê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) -  Lêkolînerê Navenda Lêkolînên Îranê, (ÎRAM) Rehîm Ferzam ragihand ku li ser nêrîna PKKyê nakokiyên Îran û Tirkiyeyê hene.

Îro 14emîn hilbijartinên serokkomariyê yên Îranê tên li darxistin. Hilbijartinan bi dema Îranê saet 08:00an dest pê kir û dê saet 18:00an bi dawî bibin.  

Li gorî amarên Navenda Hilbijartinan a Wezareta Karên Navxwe ya Îranê, nifûsa welat 88 milyon e û mafên dengdanê yên 62 milyon kesan heye.

Lêkolînerê ÎRAMê Rehîm Ferzam bû mêvanê bultena 15:00an a Bakur a Rûdawê ku Hêvîdar Zana pêşkêş dike.

Li gorî gotina Rehîm Ferzam, hilbijartina serokkomarekî Îranê dê ti guherînên mezin di siyaseta Îranê de neke.

“Mesûd Pizîşkiyan namzedekî lawaz e“

Rehîm Ferzam da zanîn ku namzedê reformîst Mesûd Pizîşkiyan namzedekî lawaz e û wiha axivî:

“Rê hat dayîn ku Mesûd Pizîşkiyan bibe namzed gelek namzedên reformîst hatin redkirin.

Bernamzedên reformîstên ên bihêz hebûn lê di nava wan de yê lawaz Mesûd Pizîşkiyan e û namzediya wî hat qebûlkirin.

Piştî ku namzedya wî hat qebûlkirin serokkomarê berê yê Îranê Hesen Rûhanî û Wezîrê Karên Derve yê berê yê Îranê Cewad Zerîf û medyaya reformîstan alîkariyê Mesûd Pizîşkiyan kir.

Mesûd Pizîşkiyan ji eniya reformîstan nehatiye piştî ku ew hat qebûlkirin wê cebheyê piştgirî daye wî.

Em nizanin bê ka dê bi ser bikeve ew piştgirî dê têra serkeftina wî bike yan neke.

Li gorî rapirsyan Mesûd Pizîşkiyan li pêşiya namzedên nêrtîxwaz e.

Eger hilbijartin bimîne gera duyem dê nêrîtxwaz bi berbijêrekî biçin hilbijartinê, 2 namzedên nêrîtxwazan ên bihêz hene.

Hilbijartina bimîne gera duyem ji bo nêrîtxwazan derfeteke e ku bi ser bikevin.”

Rehîm Ferzam behsa bandora hilbijartina serokkomarê nû yê Îranê li ser pêwendiyên Îran û Tirkiyeyê jî kir.

Rehîm Ferzam da zanîn ku her çend pêwendiyên Îranê û Tirkiyeyê yên bihêz hebin pirsgirêk û nakokiyên her du welatan jî hene.

“PKK pirsgirêkek e di navbera Îran û Tirkiyeyê de”

 Li gorî gotina Rehîm Ferzam, Îran û Tirkiye du welatên mezin û girîng ên herêmê ne û wiha axivî:

“Gelek pêwendiyên Îranê û Tirkiyeyê hene û gelek nakokî û pirsgirêkên her du welatan jî hene. Yek ji wan PKK ye.

Di mijara PKKyê de ew nakok in. Li Îranê hinek tişt ne di bin desthilata serokkomar de ne.

Yanî desthilata serokkomar li ser pêwendiyên derve yên Îranê nîne.  Li gorî min, dê di pêwendiyên dualî yên Îranê de guherînên mezin pêk neyên.

Meseleya Sûriye û PKKyê pirsgirêk in di navbera Îran û Tirkiyeyê de.  Wekî min got desthilata serokkomar nîne van pirsgirêkan çareser bike. 

Ew nêrînên dewleta Îranê ne, pirsgirêkên bi Tirkiyeyê re yên li ser Sûriye û PKKyê ne.“

“Serokkomar nikarin polîtakaya dewletê biguherin”

Rehîm Ferzam amaje bi pêvajoya kampanya hilbijartinan a namzedan jî kir û eşkere kir ku namzed li ser danûstandin û pêwendiyên bi Amerîkayê û Yekîtiya Ewropayê re diaxivin lê ti desthilata wan nîne.

Li gorî Rehîm Ferzan her çend namzed behsa danûstandinên welatên rojava û mijara penaberan jî bikin ti rola wan û desthilata wan a guhertina polîtîkaya dewleta Îranê nîne.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst