Hewlêr (Rûdaw) - Li Kabeya qibleya Misilmanan di xutbeya nimêja cejnê de behsa mafê jinan û mirovan hat kirin.
Bi hezaran heciyan li Mescida Heramê nimêja Cejna Qurbanê kir.
Li Qabeyê Şêx Yasîr bîn Reşîd ed-Dewserî nimêja cejnê da kirin û behsa mavê jinan kir.
Şêx Dewserî xutbeya Cejna Qurbanê ya Hezretî Mihemed bi bîr xist û anî ziman ku wî wiha gotiye: "Gelî merivno! Di vê meha zîlhîcceyê de, li vî bajarê we Mekkeyê çawa ku roja we ya Cejna Qurbanê miqedes e, her wisa xwîna we, malê we û namûsa we jî wisa miqedes e."
Şêx Dewserî bal kişand ser mafê jinan û got divê qîmeta wan bê zanîn, lewra Hezretî Mihemed jî di heca xwe yê xatirxwestinê de behsa girîngiya mafê jinan kiriye.
Li Medîneyê jî Mîrê Medîneyê Mirza Faysal bîn Selman li Mescida Nebewî nimêja cejnê da kirin.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse