Îsal ji seranserê cîhanê bi qasî 2,5 milyon kes çûn hecê

28-06-2023
RÛDAW
Nîşan Cejna Qurbanê Hecî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Îsal li seran serê cîhanî bi qasî 2,5 milyon kesên ku çûn Mekeyê hecê xwe bikin, bûn hecî.

Heciyên ji her temenekî berê xwe didin Çiyayê (Girê) Erefatê bo cîbicîkirina erkê pêncem ê Hecê. Piştre 5 erkên din dimînin, ku ya herî dawî tewafa birêketinê ye.

Hecî ku çûn Erefatê bi otobûsan derbasî Muzdelîfeyê bûn, diayê waqfeyê kirin û ji bo kevirkirina şeytan kevir berhev kirin.

Hecî piştî nîvê şevê qefle bi qefle rêyeke 3,5 kîlometreyî meşiyan û gihîştin qada ku şeytan lê tê kevirkirin.

Hecî li qada Cemeratê 7 kevir avêtin Cemreya Aqabeyê û paşê çûn Qabeyê.

Piştî tewafkirina Qabeyê û sayê heciyan ser û rihê xwe kur kir û ji îhramê derketin.

Dema hemû karûbar qediyan bûn hecî.

Hin heciyan nimêja sibê û Cejnê  li Qabeyê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst