NEXŞE û BELGE - Çiyayê Kurdan an Çiyayê Turkmenan?

Ayser Çinar – Mehmet Oguz

Hewlêr (Rûdaw) - Pirsa navê Çiyayê Turkmenan dibe cihê danûstandinên akademîsyenan. Beşek ji wan jî tekez li ser wê yekê dikin ku di cografyaya vê navçeyê de, tiştek bi navê Çiyayê Turkmenan nîne.

Tora Medyayî ya Rûdawê şopandinek di dîroka rojnamevaniya Tirkiyê de kir û bi belge tekez kir ku Çiyayê Turkmenan nîne.

Yekem car sala 2012ê navê Çiyayê Turkmenan li vê navçeyê ji aliyê medyaya Tirkiyê ve, piştî serhildana şerê navxweyî li Sûriyê derket û wan ev nav lê kir.

Nexeşeya li Son Posta

Li nexşeya Google û Yandexê navê Çiyayê Turkmenan nayê dîtin û rojnameya “Son Posta” roja 14.06.1939’ê ji bo diyarkirina sînorê bajarê Hetayê di navbera desthilatdarên wê demê yên Tirkiyê û Fransayê de, behsa vê navçeyê dike ku niha jê re tê gotin Çiyayê Turkmenan, lê ew bi ti awayî vî navî bikar nayne, lê wî bi “Cebel Ekrad” binav dike.

Di belgenameyên navdewletî de jî, di serdema Mistefa Kemal Ataturk de, pirsa daxwazên xelkên vê navçeyê tê behskirin û tê de hatiye ku Kurdên Sûriyê li Çiyayê Kurdan daxwaz ji parlementoya Tirkiyê dikin û di vê derbarê de, Ibrahîm Xelîl Baran, ku lêkoler û nûserekî navdar ê Kurd e, ji Rûdawê re got:


Nexşeya 1959 ê, çavkanî: John Bartholomew, Boston, 1959

“Navê rasteqîne yê Navçeya Bayîr Bucak, Dergûş û Zîvan e û di belgenameyên sala 1930’ê de, yên ji bo çareserkirina kêşeya sînorê bajarê Hatay bi vî navê Kurdî behsa wê bûye, lê siyaseta Tirkiyê li dijî vekirina Kurdan bi ser Deryaya Sipî de, kelateke mezin dirust kir û navê wê guherî.”

Baran ji Rûdawê re got:

“Li nêzîkî bajarê Hetayê li wî aliyê xaka Sûriyê, Turkmenên Beyaltî û Zilqadir hene, lê mebest ew ne Çiyayê Turkmenan e, ji ber ku ew cihên ku jê re tê gotin Çiyayê Turkmenan, ne cografya û navçeyeke Turkmenî ye.”

Li beramber vê yekê jî Serokê Komeleya Kerkûkê û Mamostaayê Zanîngeha Ercîyesê  Profesor Doktor Mahîr Nakîp, taybet ji Rûdawê re got:

“Di serdema Imperatoriya Osmanî de, li beşê bakurê Sûriyê, bi taybetî li Qamişlo û Efrîn, Kurd hene û kesek nikare vê yekê bide mandelê. Lê Bayîr Bucak xaka Turkmenan e û li vê navçeyê Çiyayê Turkmenan pêk tê û bi berevajî vê yekê tiştek nîne bi navê Çiyayê Kurdan li vê navçeyê. Tiştê ku ez dixwazim tekeziyê li ser bikim, ew e ku Çiyayê Turkmenan û Çiyayê Kurdan hene û çavkaniyên dîrokî jî bi hemû awayan tekez kirine ku nabe siyaset li ser vê pirsê bibe.”

Nakîp diyar kirk u navê wê derê di arşîvan de weke Çiyayê Tirkmenan hatiye binav kirin. Li herêmê Kurd û Tirkmenan di dirêjahiya dîrokê de bi hev re jiyan kirine. Lewma jî bi axaftinên wiha dixwazin Kurd û Tirkmenan bînin hemberê hev.



Nexşeya 1697 çavkanî: Jean Baptiste Bourguignon, 1697, London


Parlementerên HDP’ê yê Enqereyê Sirrî Sureya Onder ji Rûdawê re got:

“Çiyayê Turkmenan nîne. Ev navçe cografyaya Kurdan e û li Navçeya Bayîr Bucak a Turkmenî Girê Turkmenan heye, ne ku Çiyayê Turkmenan, ji ber ku hemû zincîrên Çiyayên Kurdan in û navê Çiyayê Turkmenan ji çend salan ve ji aliyê Tirkiyê ve hatiye dariştin, kar jê re bûye û ji cîhanê re ragihandiye û pêgeha wê li Cerablusê ye, ku Çiyayê Kurdan destpê dike.

Ev pênase piştî şerê navxwe yê Sûriyê ji aliyê ragihandina Tirkiyê ve bi zanebûn hate bikaranîn. Çiyayê Kurdan îro li Efrînê ye. Herwiha Bi nave Cebel Ekrad çiyayek din heye ku ew jî li nêzîkê Cerablûsê ye.”


Du Çiyayê Kurdan hene

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê du çiyayên bi nave Çiyayê Kurdan hene.

Çiyayê ku ji aliyê Kurdan ve weke Çiyayê Kurmênc (Çiyayê Kurmanca) tê binav kirin, di çavkaniyên Tirkî de weke Çiyayê Kurd derbas dibe.

Yek ji wan çiyayan li ser sînorê Tirkiyê û Sûriyê li herêma Efrînê ye.

Li nêzîkê Cerablûsê jî çiyayek din heye ku Ereb vê derê weke Cebelûl Ekrad tê binavkirin û bi Îngîlîzî jî nivîsîna wî dibe “Jabal al-Akrad”.

Zincîra Çiyayê Kurdan bi dirêjiya sînorên Sûriye û Lubnanê ye. Ereban jî navê Ekûm lê kirine, ku ji Ako hatiye û bi wateya çiya û bilindayî û ji destpêka Çiyayê Wêstan ve, li Salqimê destpê dike û ji dema kevin ve bi Kelata Mîrdêsan tê naskirin.


Rojnameya Yenî Posta: 24 Hezîran 1939



Berg û rûpela pêşîn ya pirtûka Çiyayê Kurd


 Li ser 25 lîreyê Sûrî yê 1991'ê wêneyekê Selahadînê Eyûbî û wêneyekê Kelha Kurd