Tirkiye: Li Xakurkê 3 gerîlayên PKKê hatin kuştin

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Berevaniya Tirkiyê ragihand, li Xakurkê 3 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane, lê ji aliyê PKKê ve ev daxuyaniya Tirkiyê nehatiye piştrastkirin.

Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Berevaniya Tirkiyê, ku li ser rûpela xwe ya twitterê belav kiriye, îro Pênşemê di operasyonekê de, balafirên şer ên wî welatî, pêgeheke gerîlayên PKKê li navçeya Xakurkê ya li Herêma Kurdistanê bombebaran kirine.

Wezareta Berevaniya Tirkiyê diyar kiriye, ku di encama bombebarana Xakurkê de, 3 gerîlayên PKKê jiyana xwe ji dest dane.

Li aliyekê din heta niha ji aliyê PKKê ve di derbarê wê bombebaranê de, ti daxuyaniyek ku wê operasyonê piştras bike, nehatiye dayîn.