Hemasê vîdeoya 2 dîlên Îsraîlî belav kir

28-04-2024
RÛDAW
Hemasê vîdeoya 2 dîlên Îsraîlî belav kir
Hemasê vîdeoya 2 dîlên Îsraîlî belav kir
Nîşan Hemas Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Hemasê vîdeoyeke ku tê de 2 dîlên Îsraîlî ji bo peymana guhertina dîlan bangî Hikûmeta Îsraîlê dikin belav kir.

Di vîdeoya ku li ser hesabê Telegramê yê Tugayên Qesamê hat weşandin de, dîlên bi navê Kate Seagal (64) û Omri Mîran (47) diyar kir ku ew ji ber êrişên artêşa Îsraîlê di bin şert û mercên dijwar de dijîn.

Her du dîlan xwest ku di demeke kurt de peymana guhertina dîlan were kirin.

Di vîdeoyê de daxuyaniyên Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu û Wezîrê Parastinê yê Îsraîlê Yoav Gallant ku digotin “zexta leşkerî yekane rêya rizgarkirina dîlan e û her ku zexta leşkerî zêde bibe, şansê gihîştina wan jî dê zêde bibe” cih girtin.

Seagalê ku di vîdeoyê de diaxive got ku wî sala borî cejn bi malbata xwe re pîroz kiriye û bîranînên xweş bi wî re hene.

Seagal bal kişand ser wê yekê ku ji ber êrişan jiyana wan di metirsiyê de ye û got:

“Carinan em hest dikin ku we dev ji me berdaye. Em ji Serokwezîr û hemû wezîran dixwazin ku di danûstandinan de nerm bin.

Em difikirin ku hûn tiştan giran dimeşînin ji ber ku gihîştina peymaneke danûstandinê demeke dirêj girt.

Min dît ku li Orşelîm û Tel Avîvê gelek xwepêşandan tên kirin û ez dixwazim xwepêşandan berdewam bin.”

Dîlê din ê bi navê Omri Mîran jî diyar kir ku wî îsal ji ber şer nikarî cejnan bi malbata xwe re pîroz bike û xwest qet nebe di roja serxwebûnê de li cem malbata xwe be.

Şerê Hemas û Îsraîlê ji 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan ve berdewam dike ku li dû xwe bi hezaran kuştî û birîndar hişt.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst