Lubnanê di mehekê de 168 penaberên Sûrî dersînor kirine

Hewlêr (Rûdaw) - Proseya dersînorkirina koçberên Sûriyê ji Lubnanê her ku diçe mezintir dibe. Di vê çarçoveyê de îro Înê li bajarê Tarablusê yê Lubnanê bi sedan welatiyên Lubnanî û koçberên Sûrî xwepêşandanek li dijî dersînorkirina koçberan lidar xistin. Di xwepêşandanê de dûrişmên li dijî milîsên Lubnanî yên li Sûriyê hatin bilindkirin.

Xwepêşanderan her wiha dûrişmên li dijî nijadperestiya li hemberî koçberên Sûriyê bilind kirin û ragihandin ku ew ti carî qebûl nakin Sûrî bi darê zorê bêne vegerandin û dane zanîn ku divê koçber bi dilê xwe û li gorî biryara Encûmena Asayîşê ya 2254 û di bin sîwaneke navdewletî de bêne vegerandin da ku jiyana wan careke din nekeve metirsiyê.

Li gorî agahiyên hatine belavkirin artêşa Lubnanê di van demên dawî de herî kêm 400 koçberên Sûrî desteser kirine û ji bo vegerandina wan bo xaleke sînorî ya bi Sûriyê re veguhestine.

Tora Sûriyê ya Mafên Mirovan jî ragihand ku Hikûmeta Lubnanê tenê di vê mehê de 168 Sûrî vegerandine.

Hinek çavkaniyên taybet ji nava Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ya Karûbarê Penaberan li Lubnanê ji medyaya Sûriyê re ragihandiye ku desthilatên Lubnanê daxwaz ji komîsyonê kirine ku 100 dolarî ji bo serbazekî Artêşa Lubnanê re xerc bike û piştevaniya ku ji bo penaberan dihat terxankirin, zêdetir bike li hember rawestandina proseya dersînorkirina penaberên Sûriyê.

Li gor heman çavkaniyan, Komîsyona Neteweyên Yekbûyî ji bo karûbarê penaberan gef xwariye ku alîkariyan li ser xelkê Lubnanê û penaberên Sûriyê qut bike.

Li gor zanyariyan, danûstandin di navbera her du aliyan de hene ji bo rawestandina dersînorkirina penaberên Sûriyê û biryar e hefteya bê civîneke din bê encamdan di navbera komîsyonê û Hikûmeta Lubnanê de.