Erdogan gihîşt Erebistana Siûdiyê

28-04-2022
RÛDAW
Nîşan Erebistana Siûdî Erdogan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayîp Erdogan di saet 20:50an de bi firokeya taybet gihîşte bajarê Cide ya Erebîstana Siûdî.

Erdogan li Firokexaneya Cideyê Şah Ebdulezîz ji aliyê Emîrê Mekkeyê Mîr Xalid Feysel, Balyozê Riyadê yê Tirkiyê Fatîh Ulusoy û Nûnerê Daîmî yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî Mehmet Metîn Eker û rayedarên din ve hat pêşwazîkirin.

Wezîrê Dadê Bekir Bozdag, Wezîrê Xezîne û Darayiyê Nûreddîn Nebatî, Wezîrê Navxwe Suleyman Soylu, Wezîrê Çand û Geştyariyê Mehmet Nûrî Ersoy, Wezîrê Berevaniyê Hulusî Akar, Wezîrê Tenduristiyê Fahrettîn Koca, Wezîrê Bazirganiyê Mehmet Mûş, Alîkarê Serokê Giştî yê AK Partiyê Bînalî Yildirim, Serokê Îstixbaratê Hakan Fîdan, Serokê Ragihandinê yê Serokkomariyê Fahrettîn Altun û Berdevkê Serokomariyê Îbrahîm Kalin di nav şandeya bi Erdogan re bûn.

Hat diyarkirin ku Erdogan dê bi Şahê Erebistana Siûdî Selman Bin Abdulaziz Al Siûd re bicive.

Di hevdîtina Erdogan û Şah Selman de dê têkiliyên navbera Tirkiye û Erebîstana Siûdî ji hemû aliyan ve bên nirxandin û derfetên pêşxistina hevkariyê bên nîqaşkirin.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst