Erdogan serdana Erebistana Siûdiyê dike

Hewlêr (Rûdaw) - Li gor programa Serokatiya Komara Tirkiyê, îro Pêncşemê 28ê Nîsana 2022ê Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan serdana Erebistana Siûdiyê dike û ligel Şah Selman dicive.

Serokatiya Peywendiyan ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê derbarê serdana Erdogan de bo welatê Siûdiyê daxuyaniyek belav kiriye û dibêje, ew serdan li ser vexwendina Şah Selman Ebdulezîz bûye.

Erdogan rojên Pêncşem û Înê çend hevdîtinan ligel berpirsên Siûdiyê dike. Serokatiya Peywendiyan ser bi Serokatiya Komara Tirkiyê herwiha belav kiriye ku di hevdîtin û civînan de peywendiyên navbera Riyad û Enqerê ji çend aliyan ve tên gotûbêjkirin.

Ev serdana Erdogan çar sal piştî kuştina rojnamevan Cemal Xaşiqçi li Konsulxaneya Siûdiyê ya Stenbolê tê kirin. Herçiqas wê dosyeyê peywendiyên navbera Tirkiye û Siûdiyê aloz kiribûn, lê Tirkiyê di dema borî de biryara asayîkirina peywendiyan da ku Siûdiye jî yek ji wan welatan e.

Serdana Erdogan herwiha hevdem e ligel hewlên Enqere û Riyadê bo asayîkirina peywendiyên bazirganî jî. Li gor nûnerên pîşesazî yên Tirkiyê, eger hinardeya welatên wan bo Siûdiyê destpê bike, ku berê gehiştibû du milyar û 700 milyon dolar, di dema salekê de digihe 3 milyar dolaran.

Di dema borî de, bi taybetî piştî sala 2019ê Erebistana Siûdiyê sînordarkirinên ser dibistanên Tirkî û kelûpelên Tirkî zêde kiribûn. Tê çaverêkirin ku di civînan de ev mijar jî bên gotûbêjkirin.