Mihemed Bin Selman: Berjewendiyên me li gel Îranê hene

28-04-2021
RÛDAW
Nîşan Şazadeyê Cînişînê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman Îran Erebistana Siûdî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Şazadeyê Cînişînê Erebistana Siûdiyê Mihemed Bin Selman di nûtirîn axaftina xwe de behsa aloziyên navbera Siûdiye û Îranê dike û dibêje, ew ji hinek tevgerên Îranê li navçeyê nîgeran in, lê dîsan dixwazin peywendiyeke wan a baş ligel Îranê hebe.

Bin Selman, ku ji ber bavê wî nexweş ketiye wek paşayê defakto ê Siûdiyê tê hesabkirin, di hevpeyvîneke televizyonî de amaje bi wê yekê da ku berjewendiyên Siûdiyê ligel Îranê hene û berjewendiyên Îranê jî ligel Siûdiyê hene, ew jî wek Siûdiyê dixwazin peywendiyeke wan a baş û taybet ligel Îranê hebe.

Mihemed Bin Selman, Şazadeyê Cînişînê Siûdiyê, got, “Îran welatekî cîran e, hemû tişta em li pey digerin ew e ku peywendiyeke me ya baş û taybet ligel Îranê hebe. Em naxwazin Îran di rewşeke giran de be, berevajiya wê em dixwazin Îran pêş bikeve, berjewendiyên me ligel Îranê hene û berjewendiyên Îranê jî ligel Siûdiyê hene.”

Bin Selman dibêje, tevgera Îranê wek pêşxistina bernameyê etomî, hevkarîkirina hêzên millîşiya yên navçeyê û bernameyên wê yên mûşekî ew kar in ku Siûdiyê nîgeran dikin.

Şazadeyê Cînişînê Erebistana Siûdiyê, diyar kir, “Pirsgirêka me li gel Îranê ew tevger û kiryarên nerênî ne ku Îran dike, wek bernameyê etomî, an hevkarîkirina hinek grûpên milîşiya yên deryasayî, yan bernameyên wê yên mûşekî. Îro em ligel hevbeşên xwe li navçeyê û li cîhanê jî kar dikin bo dîtina çareseriyekê ji wan pirsgirêkan re û hêvîdar in bikaribin serkeftî bin, peywendî jî baş û erênî be bo berjewendiya hemû aliyan.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst