Xelîfe Hefter xwe wek serokê Lîbyayê ragihand

28-04-2020
RÛDAW
Nîşan Lîbya General Xelîfe Hefter
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandarê Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê, General Xelîfe Hefer rêkeftina Suxeyrat a bi hikûmeta Trablusê re hilweşand û xwe wek serokê welat ragihand.

Xelîfe Hefter şeva bihorî di daxuyaniyeke televîzyonî de amaje bi xwepêşandanên li herêmên di bin kontrola hêzên xwe de kir û diyar kir, ku ew desthilata gel a ku daye wî bikar tîne û xwe wek serokê welat ragihand.

Hefter got: “Lîbyayiyên xoştivî yên azad, me çavdêriya karvedana we kiriye bo daxwaza me ya derbarê bidawîkirina rêkeftina siyasî ya biguman de ku ev welat têk da û ber bi keviyeke metirsîdar de bir, herwiha daxwaza me bo wêya ev welat bikeve destê hinek kesan ku li gor we baş e vê qonaxê birêve bibin.”

General Hefter herwiha destnîşan kir, Artêşa Niştimanî ya Lîbyayê ku ew bi xwe serkirdatiya wan dike, dê tevahiya welat bixe bin kontrola xwe û dê welat birêve bibin.

Bi vê pêngavê re, Hefter vedigere qonaxa berî rêkeftina Neteweyên Yekbûyî, wate berî sala 2015an, ev jî bi rêya pêkanîna hikûmeteke nû û cuda ji bajarê Binxazî, wate dabeşkirina Lîbyayê bo du îdareyên serbixwe û cuda.

Beşek ji xelkê bajarê Binxazî bi vê pêngava General Hefter kêfxweş in, hevdem ligel belavbûna nûçeyê rijiyan ser cadeyan û piştîvaniya xwe bo daxuyaniya Hefter anîn ziman.

Tariq Mismarî, akinciyekî bajarê Binxazî dibêje:“Ji wextê meha Remezanê destpê kiriye, me piştîvaniya xwe bo General Xelîfe Hefter û herwiha saziya wî aniye ziman daku dewleta Lîbyayê birêve bibe, spas bo Xwedê, serdestiya hemû cîhanê, îro xelkê serkeftineke mezin bidest xist. Spas bo Xwedê, em niha hest dikin qotina me heye, cih û pêgeha me heye li welatê me yê xweştivî Lîbyayê.”

Niha Lîbya xwediyê du hikûmetan e, Hikûmeta Îtîrafpêkirî ya Lîbyayê hikmê Trablusa paytext û çend navçeyên kêm ên rojavayê Lîbyayê dike, li beramber jî Artêşa Niştimaniya Lîbyayê bi serokatiya General Hefter hikmê piraniya navçeyên başûr û rojhilatê welat dike.

Li ser asta navdewletî jî welat bi ser du aliyan de dabeş bûye û di warê serbazî û dîplomatîk de piştgiriya herdu eniyên nakok ên Lîbyayê tê kirin.

Piştî sala 2011 û rûxana hikûmeta Muammer Qezafî, Lîbya bi ser du enî û du hikûmetan de dabeş bûye, herçiqas bi hewldana Neteweyên Yekbûyî di sala 2015an de rêkeftinek di navbera wan herdu eniyên nakok de ji bo yekgirtina wan hikûmetan hat kirin, lê wek pêwîst kar bi vê rêkeftina lerzok nehat kirin.

Di vê dawiyê de jî nakokiyên navbera herdû eniyan, hikûmeta îtîrafpêkirî ya Lîbya û herwiha Artêşa Niştimanî ya bi serokatiya General Xelîfe Hefter gehiştin lûtkeyê û piştre General Hefter vekişîna xwe ya ji rêkeftinê ragihand.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst