Canbolat: Îsraîl Durziyên li Sûriyeyê ji bo parçekirina herêmê bi kar tîne

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Welîd Canbolat Durzî Îsraîl Sûriye
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Lîderê Durziyên li Libnanê Welîd Canbolat Îsraîl bi wê yekê tawanbar kir ku Durziyan ji bo parçekirina Rojhilata Navîn bi kar tîne.

Welîd Canbolat îdîa kir ku Îsraîl dixwaze herêmê li gorî mezheban parçe bike û kaosê belav bike.

Lîderê Durzî Welîd Canbolat ku zêdetirî 40 sal in di siyaseta Libnanê de fîgurekî girîng e, ji AFPyê re axivî.

Welîd Canbolat got, "Îsraîl dixwaze plana xwe ya ku her dem hebû pêk bîne... ew jî ew e ku herêmê li gorî mezheban parçe bike û kaosê belav bike.

Ew dixwazin Xezzeyê tune bikin, paşê dor Xeta Xezzeyê ye... ew hewl didin ku Sûriyeyê bêîstiqrar bikin, ne tenê bi Durziyan re, bi yên din re jî."

Îsraîlê, piştî ku muxalefeta bi pêşengiya Heyeta Tehrîr El Şamê desthilata Beşar Esed têk bir, kanûna pêşîn dest bi avêtina gavan ji bo civaka Durziyan a li Sûriyeyê kir.

Îsraîlê leşker şandin herêma tampon

Artêşa Îsraîlê leşker şandin herêma tampon a Neteweyên Yekbûyî ya li Girên Golanê.

Hikûmeta Îsraîlê diyar kir ku di van çend hefteyên dawî de alîkariya mirovî ji civaka Durziyan a li herêmên şer ên Sûriyeyê re hatiye şandin.

Canbolat diyar kir ku di dema rêveberiya mandater a Fransayê ya salên 1920 û 1930î de, Sûriye bû çar parçe û Durziyan bi alîkariya neteweperwerên din ên Sûriyeyê karî pêşî li vê parçebûnê bigirin.

Rêberê Durzî got, "Ez hêvî dikim ku pêşî li parçebûneke nû ya Sûriyê were girtin."

Canbolat da zanîn kir ku rêveberiyên nû yên li Libnanê di bin zextê de ne û got, "Amerîka dixwaze Libnan têkiliyên xwe bi Îsraîlê re normal bike."

Îsraîl zextê li Hizbulahê dike ku binesaziya xwe ya leşkerî li ser sînorê Sûriyeyê belav bike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst