Libnan: 6 kes di êrişên Îsraîlê de hatin kuştin

28-03-2025
RÛDAW
Nîşan Libnan Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li başûrê Libnanê di êrişên artêşa Îsraîlê de 6 kes hatin kuştin.

Libnanê ragihand ku êrişên Îsraîlê li başûr bûne sedema kuştina 6 kesan, Îsraîlê jî ragihand ku wan baregehên Hizbulahê kirine armanc.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand:

“Du kes di êrişeke dijminane de li gundê Bereşîtê yê li navçeya Nabatiyê hatin kuştin.”

Beriya daxuyaniyê, medyaya fermî ya Libnanê ragihandibû:

“Êrişeke dijminane ya Îsraîlê ya li ser otomobîlekê li navçeya Yaxmûr El Şaqîfê li başûrê Libnanê bûye sedema mirina 3 kesan.”

Medyaya fermî ragihand ku dronek li nêzîkî bajarokê êrişî otomobîlekê kiriye û piştî wê jî herêm hatiye topbarankirin.

Di daxuyaniyeke din de, medyaya fermî ya wî welatî belav kir ku di êrişa dronî ya Îsraîlê ya li ser otomobîlekê li bajarokê Mearûbê de kesek hatiye kuştin û çend kesên din jî birîndar bûne.

Ev êrişên nû yên Îsraîlê yên li başûrê Libnanê bûn ku tevî agirbesta meha Çiriya Paşîn a par ku piştî zêdetirî salekê şer û pevçûn, Îsraîl û Hizbulaha Libnanê li hev kiribû hatin kirin.

Artêşa Îsraîlê ragihand:

“Çend terorîstên Hizbulahê hatine destnîşankirin ku li navçeya Yaxmûrê ya başûrê Libnanê çekan vediguhêzin.”

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst