Hewlêr (Rûdaw) - Li Qibrisa Başûr rêxistineke nû ya li dijî Tirkiyeyê hat avakirin û rêxistinê banga “şer” li gel kir.
Li Qibrisa Başûr, komeke ku berê jî bi çalakiyên xwe bûbû rojev ragihand ku wan li dijî hebûna Tirkiye û Brîtanyayê li giravê dest bi “têkoşîneke dirêj” kiriye.
Komê bi daxuyaniyan bangî gel kir ku tevlî refên wan bibin.
Koma ku xwe wekî “Sengerê Şoreşger ê Rizgarîxwaz ê Têkoşer” bi nav kiriye, li bajarê Lefkoşayê belavok danîn ser otomobîlan û bangî gel kir ku tevlî têkoşîna wan bibin.
Li gorî nûçeya rojnameya Fileleftherosê ya Qibrisê, komê di daxuyaniya xwe de gotiye:
“50 sal in hewl tê dayîn ji bo çareseriyeke aştiyane lê hemû hewldan têk çûne.
Nîvê welatê me di bin solên dagirkerên Tirk de ye.
Ji ber vê yekê, tevgera me ji îro ve dest bi têkoşîneke dirêj a rizgariyê dike.
Em dê bi hemû hêza xwe û bi hemû rêyan şer bikin ku welatê xwe û erdên xwe yên dîl rizgar bikin.”
Komê bangî Rûm, Tirk, Marûnî û Ermeniyan kir ku tevlî têkoşînê bibin û daxwaza tevgera bi hev re ya ji bo “azadî, dadmendî û serxwebûnê” kir.
Li aliyê din, polîsê Qibrisê dest karên diyarkirina komê dest bi xebatan kir.
Şîrove
Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî
Şîroveyekê binivîse