Eniya Tirkmenî ya Iraqê serokekî nû hilbijart

Hewlêr (Rûdaw) – Komîteya Rêveber a Eniya Tirkmenî ya Iraqê îro di civîna xwe ya li Kerkûkê de, Hesen Turan li cihê Erşed Salihî weke Serokê Eniya Tirkmenî diyar kir.

Berdevkê Eniya Tirkmenî ya Iraqê îro di daxuyaniyekê de ragihand, îro 28ê Adara 2021 piştî nîvro Komîteya Rêveber a Eniya Tirkmenî ya Iraqê li Kerkûkê di bin serokatiya Erşed Salihî de civînek lidarxist û di civînê de hin biryar derbarê guhertina postên rêveberiya partiyê de hatin dayîn.

Li gor daxuyaniyê, di civîna îro de destberdana Erşed Salihî ji serokatiya Eniya Tirkmenî hat qebûlkirin û Hesen Turan weke serokê nû yê Eniyê hat hilbijartin. Hesen Turan dibe heştemîn serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê.

Erşed Salihî ji sala 2011ê ve serokatiya Eniya Tirkmenî ya Iraqê dikir û çend roj berî niha dest ji wê postê berdabû.

Hesen Turan di dema serokatiya Erşed Salihî de, Cîgirê Yekem ê Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê bû.

Eniya Tirkmenî ya Iraqê ragihandiye, tevî ku Erşed Salihî dest ji posta serokatiya Eniyê berdide, lê weke Serokê Fraksyona Eniyê di parlamentoya Iraqê de li ser karê xwe berdewam dibe.

Herwiha di civîna îro de, Heysem Haşim Muxtaroglu li şûna Hesen Turan weke Cîgirê Yekem ê Serokê Eniya Tirkmenî û Hîşam Beyreqdar jî li şûna Heyder Qesab weke Cîgirê Duyem ê Serokê Eniya Tirkmenî hatine hilbijartin.

Eniya Tirkmenî ya Iraqê di 24ê Nîsana 1995an de li Hewlêra paytexta Herêma Kurdistanê hatiye damezrandin û kongreya xwe ya yekem jî di sala 1997an de li Hewlêrê lidarxist. Eniya Tirkmenî ya Iraqê heya niha şeş caran kongreya xwe saz kiriye, ku du kongre li Hewlêrê û çar kongre jî li Kerkûkê bûne.

Hesen Turan kî ye?

Hesen Turan di sala 1962an de li Kerkûkê ji dayik bûye û xwandina xwe ya bilind li Fakulteya Çandiniyê ya Zanîngeha Mûsilê qedandiye.

Turan, sala 2003an di nava refên Partiya Dadperweriya Tirkmenî de xebata xwe ya siyasî domand û di sala 2005 de weke Endamê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat hilbijartin, piştre di sala 2011 de weke Serokê Encûmena Parêzgeha Kerkûkê hat hilbijartin û sala 2014 jî di hilbijartinên parlamentoya Iraqê de weke parlamenter li ser bazneya Kerkûkê hat hilbijartin.

Ji sala 2018 ve jî Cîgirê Yekem ê Serokê Eniya Tirkmenî ya Iraqê û endamê Komîteya Rêveber a vê eniyê bû.