Lûtkeya Erebî- Krîza Yemenê û bertekên wê

28-03-2015
RÛDAW
A+ A-

Navenda Nûçeyan- Tê çaverêkirin ku îro 23yemîn lûtkeya welatên Erebî li Şermilşêxa Misrê bi beşdariya serkirde û rêberên 22 welatên Erebî destpê bike.

Di lûtkeyê de ku 2 rojan berdewam dike, wê şerê li Yemenê, avakirina hêzeke hevbeş ya erebî, rewşa Filestînê û çend pirsên din ên girêdayî welatên Erebî bên gotûbêjkirin.

Duh jî, Serokomarê Iraqê Fûad Mehsûm, Serokê Yemenê Ebid Rebe Mensûr Hadî, Serokê Tûnisê Bacî Qayid Sipsî, Serokê desthilata Filestînê Mehmûd Ebad, Şahê Behreynê Hemed Bin Îsa Al Xelîfe ligel çend serkirdeyên din ên welatên erebî gihiştin Şermilşêxa Misrê.

Ev lûtkeya welatên Erebî piştî wê yekê tê ku Erebistana Siûdiyê û hevpeymaniyê wê dest bi operasyoneke asmanî li dijî çekdarênHûsî yên şîe yên Yemenê kirine.

 

Nesrulla: DAIŞ ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve hatiye çêkirin

 

Sekreterê Giştî yê Hizbullayê Libnanê, Hesen Nesrulla rexneyên tund li operasyona Siûdiyê li dijî Hûsiyên Yemenê kirin û got: “Siûdiyê ev bi dehê salan e ku Felestîn ji bîr kiriye û destêwerdanê di rewşa Yemenê de dike.”

Nesrulla di gotarekê de ku televizyona partiya wî weşand, Siûdiyê tometbar kir ku kesên xwekuj dişîne Iraqê û rewşa wî welatî têk dide.

Bi gotina Hesen Nesrulla, rêkxistina DAIŞê ji aliyê Erebistana Siûdiyê ve hatiye çêkirin û gelek tevlîhevî li navçeyê belav kiriye.

 

Obama: Amerîka piştgiriya Siûdiyê û welatên Kendavêl dike

Serokê Amerîkayê Barak Obama car din piştgiriya Washingtonê ji bo operasyonên Erebistana Siûdiyê û hevpeymanên wê li dijî Hûsiyên Yemenê, anî ziman.

Obama duh bi rêya telefonê ligel şahê Siûdiyê, Selman Bin Ebdilezîz axifî û jê re ragihand ku Amerîka piştgiriya Siûdiyê û welatên Kendavêl dike ji bo ku rewatî li Yemenê vegere.

Li gor zaniyariyên ku belav bûne, Obama herwiha ji şahê Siûdiyê re gotiye ku Amerîka ligel her hewlekê ye ku armanca wê vegerandina ewlekarî û aramiyê ye ji bo Yemenê.

Herwiha diyar kiriye ku Washington amade ye derbarê vê pirsê de hemû aliyan ji bo diyalogê bang bike.

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst