WAN-IFRA baştirînên medyayên dijîtal xelat dike

28-02-2018
RÛDAW
Nîşan WAN-IFRA Dubey Medya Dijîtal
A+ A-

Dubey (Rûdaw) – Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan (WAN-IFRA) li Dubey îro bi merasîmekê baştirînên medyayên dijîtal xelat dike.

 

13emîn Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan a Rojhilatê Navên li Dubey îro Çarşemê (28.02.2018) tê sazkirin. Di çaçoveya merasîmê de baştirînên medyayên dijîtal yên sala 2017ê dê bêne xelatkirin.


Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan, Hezîrana 1948ê li Parîsê ji aliyê Yekîtiya Rêvebirên Rojnameveyên Netewî ve hate damezrandin.

 

Komeleya navborî ji 120 welatan 73 yekîneyên rojnameyên netewî, 11 ajansên nûçeyan, 9 torên medyayî yên heremî û 18 hezar rojnameyan lixwe digire.


Rêveberê Giştî yê Tora Medyayî ya Rûdawê Ako Mihemed û Rêveberê Portala Rûdawê Hêmin Lihonî beşdarî Konferansa Komeleya Cîhanî ya Rojname û Weşanan WAN-IFRAê bûne.

 

Hezîrana 2009ê WANê ligel saziya IFRA ya ji bo nûçeyan weke lêkolînan dike bû yek û navê wê bû WAN-IFRA.







 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst