Bereyekî nû: Erdogan û Sîsî li Erebistanê ne
Hewlêr (Rûdaw)- Daketina balafirên serokomarên herdu welatên Misir û Tirkiyeyê, Ebdulfetah Sîsî û Recep Tayyip Erdogan ên dijberî hev li Erebistana Siûdî di yek demê de, wateyeke siyasî mezin li xwe digire û amaje ye bo guhertineke nû li Rojhilata Navîn.
Di pêngaveke siyasî nû de, bo rêkxistina tevliheviya li navçeyê, Şahê Erebistana Siûdiyê Selman Ebduezîz mêvandariya Ebdulfetah Sîsî û Recep Tayyip Erdogan dike, bo bihêzkirina pêwendiyên cemidî û avakirina bereyeke sunneyan li navçeyê.
Erebistana Siûdî bihêztirîn eniya welatên erebî ye, eger berê ji aliyê samanên xwe ve wiha bihêz bû, niha gotina dawî ya siyaseta ereban li paytexta wê Riyaz tê danîn û bûye paytexta aborî û siyasî ya welatên erebî, ku cihê Misira berê girtiye.
Piştî hatina şahê nû, Erebistana Siûdî, nema Erebistana berî 6 meha ne. Guhertinên bilez di siyaseta wê ya derve de tên dîtin, ku Şah Selman Ebduezîz li hêviya definkirina şahê berê nema û dest bi guhertinan li hundirê welatê xwe kir.
Li gor ku tê dîtin Şah Selman dixwaze bereyeke sunneyan rêkxistî li dijî Îranê û bo rûxandina rejîma Beşar Esed ava bike, lewma ji bo vê yekê pêwîstiya wî bi herdu welatên girîng (Misir û Tirkiyeyê) heye.
Roja yekşemê û duşemê, cuda Serokomarî Misirê Ebdulfetah Sîsî û Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan dibin mêvanê Şah Selman.
Erkê Şah Selman giran e, ji ber ku ava mêvanên wî di cokekê re derbas nabin. Piştî guhertina Serokê Misirê Mihemed Mursî, Erdogan bi tundî rexne li Ebdulfetah Sîsî kir û pêwendiyên Enqere – Qahîre têk çûn.
Herwiha Erebistana Siûdî ji ber piştevaniya xwe bo Sîsî, pêwendiyên wê ligel Tirkiyeyê sar bûn, lewma vê yekê bandora xwe li ser bereya li dijî Esed kir û piştevanî bo dijbereya Sûriyê lawaz bû.
Lê dibe ku Şah Selman zanibe ku pirs ji nakokiyên di navbera 3 welatan de mezintir be.
Selman yek ji wan zilamên tund e li dijî Îran û Esed, ku ne wek şahê berê ye.
Şah Selman û Erdogan gellek pirsên din, wan bi hev girê dide, ji wan jî rûxandina Esed û rêxistina DAIŞê ye.
Piştî serhildana rêxistina DAIŞê û karên wê yên hovane, her kesî got mana Esed li ser desthilatê misoger e û ev yek di berjewendiya Îranê de ye, lê guhertinên Riyazê, herdu welatên Tirkiyeyê û Qeter ji perawêzbûnê rizgar kir û careke din deriyê rûxandina Esed hat vekirin û bêhna dijbereya Sûriyê vekir.
Tevî ku pir zehmet e, lê di bala Şah Selman de bereyekî sunneyan heye, ku ji: Tirkiye, Erebistana Siûdî, Qeter û Misir pêk were. Ew jî li dijî belavbûna desthilata Îranê li Iraq, Yemen, Sûriyê, Behrên û Lubnanê, ku hêza xwe pêş ereban kiriye.
Lewma cîhana erebî dixwaze bi hemû riyan wê berfirehbûnê bişkîne, dibe ji bo Şah Selman û Erdogan rêya tekane, nemana Esed be.
Ji vê bereyê re Îsraîl pir girîng e. Bereya sunneyan pêwîstiya wê bi guvaşa Tel Ebîb li ser Washingtonê heye. Ereb dixwazin Tirkiye bi vê rolê rabe û xwe bigihîne Îsraîl, lê nakokiyên Enqere û Til Ebîb jî hene û pêwendiyên wan xerab in.
Erdogan hêvîdar e ku di hilbijartinên vê biharê yên Îsraîlê de, Serokwezîrê wî welatî Benjamin Netanyahu were şikestin û pêwendiyên Tirkiyeyê bi hikûmeta wê ya nû re bihêz bin.
Tel Ebîb jî amade ye ku li dijî Îranê hevkariya vê bereyê bike bo rûxandina Esed û li dijî Îranê, ji ber ku nêzîkbûna Amerîka û Îran ti gave nabe bi dilê Îsraîlê.
Eger şah Selman karibe Erdogan û Sîsî ji hev nêzîk bike û pêwendiyên Tirkiye û Îsraîlê asayî bibin, dê hevpeymaniyeke sunneyan bihêz û pere li navçeyê ava bibe, ku Amerîka jî neçar dimîne ku piştevaniya wê bike.
Lewma çûna Erdogan û Sîsî di heman demê de bo Riyazê, tê wateya guhertinek mezin û vekirina girêkanên navçeyê, bi taybetî jî nûçeyeke nexweş e ji Esed û hevalbendên wî re.