Îsraîl: Hizbulah dixwaze vegere başûrê Libnanê

28-01-2025
RÛDAW
Xelkê başûrê Libnanê niha vedigere / Wêne: Ji dîmenan
Xelkê başûrê Libnanê niha vedigere / Wêne: Ji dîmenan
Nîşan Îsraîl Libnan Agirbest Hizbulah
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê David Mencer ragihand ku Hizbulah hewl dide vegere başûrê Libnanê.

Xelkê başûrê Libnanê yê koçber bûye niha vedigere lê malên wan wêran bûne.

“Em li ser kavilên mala xwe rawestiyane"

Koçberê ji başûrê Libnanê Elî Salih got:

“Em li ser kavilên mala xwe rawestiyane. Belê em wêrankariyê dibînin û gundê me wêran bûye lê ev wêrankarî tenê me bihêztir û berxwedêrtir dike ku em li berxwedanê xwedî derkevin.”

Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Neîm Qasim jî got:

“Divê Îsraîl vekişe ji ber ku 60 roj bi dawî bûne. Em qet û bi ti hincetan mayîna hêzên wan çirkeyekê jî qebûl nakin û em her dirêjkirinekê red dikin.”

Koşka Spî roja yekşemê ragihand ku agirbesta navbera Libnan û Îsraîlê ya li başûrê Libnanê 22 rojan anku heta 18ê Sibata 2025an hatiye dirêjkirin.

Li gorî agirbestê, pêwîst bû artêşa Îsraîlê bi tevahî ji herêmên başûrê Libnanê vekişe û artêşa Libnanê cihê wê bigire.

Lê artêşa Îsraîlê dibêje Libnanê mercên agirbestê bi cih nekirine û çekdarên Hizbulahê bi kûrahiya 30 kîlometreyan ji sînorên Libnanê venekişiyane.

“Hizbulahê hewl da vegere”

Berdevkê Hikûmeta Îsraîlê David Mencer got:

“Doh hewldanek hebû ku Hizbulah vegere başûrê Libnanê lê artêşa Îsraîlê ew gef nehişt."

Niştecihên ji başûrê Libnanê du rojên borî li dijî mayîna hêzên Îsraîlê xwepêşandan kir û alozî û pevçûn di navbera wan û artêşa Îsraîlê de derket.

Di encamê de 22 kes hatin kuştin ku Libnanî dibêjin sivîl bûn û Îsraîlî jî dibêjin çekdarên Hizbulahê bûn.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst