3 leşkerên Amerîkayê hatin kuştin û 25 jî birîndar in: Biden soza tolhildanê da

Hewlêr (Rûdaw) - Li Urdunê, li nêzîkî sînorê Sûriyeyê, bi dronan êrişî baregeheke Amerîkayê hat kirin û di encamê de 3 leşkerên Amerîkayê canê xwe ji dest da.

Herwiha di encama wê êrişê de 25 leşker jî birînda bûn.

Serokê Amerîkayê Joe Biden  soza tolhildanê da.

Herwiha hikûmeta Urdinê jî ragihan ragihand ku êrişa dijî leşkerên Amerîkayê  li axa Sûriyeyê pêk hat.

Fermandariya Navendî ya Amerîkayê derbarê êrişê de daxuyaniyek da û ragihand:

“3 leşkerên Amerîkayê li nêzîkî sînorê Sûriyeyê  di êrişa bi dronan de canê xwe ji dest da û 25 kes jî birîndar bûn.”

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku di şerê Îsraîl û Hemasê de cara ewil e leşkerên Amerîkayê “di encama êrişa dijmin de” jiyana xwe ji dest da.

Biden soza tolhildanê da

Serokê Amerîkayê Joe Biden jî komên çekdar ên Îran bi êrişê tohmetbar kir û soza tolhildanê da.

Biden di daxuyaniyê de ji malbatên qurbaniyan re soza tolhildanê da û got:

“Bila ti gumana we nebe, em dê ji hemû berpirsyaran bi awayê ku em dixwazin hesap bipirsin.”

Serokê Amerîkayê herwiha da zanîn ku ew niha mijûlî komkirina zanyaran in li ser wê êrişa li dijî hêzên wan.

Urdun: Êrişa dijî leşkerên Amerîkayê  li axa Sûriyeyê pêk hat

Berdevkê Hikûmeta Urdinê Muhenned Mubeydîn derbarê êrişa ku tê de 3 leşkerên Amerîkayê hat kuştin û 25 jî birîndar bûn de daxuyanî da.

Hikûmeta Urdunê ragihand ku êrişa li dijî hêzên Amerîkayê  ne li axa welatê wan li sînorê Sûriyeyê li dijî Baregeha Tenefê hat lidarxistin.

Baregeha Tenefê ya ku leşkerên Amerîkayê lê dimînin, li sêgoşeya Sûriye-Îraq-Urdunê ye.