Tirkiyê: Divê hikûmeta Sûriyê li ser çekên kîmyawî were darizandin

Hewlêr (Rûdaw) – Wezareta Derve ya Tirkiyê ragihand ku divê hikûmeta Sûriyê li ser çekên kîmyawî were darizandin.

Piştî ku Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) rapora xwe derxist û êrîşa 7ê Nîsana 2018an a kîmyawî ya li bajarê Doma ya ser bi Şamê ve xiste stûyê hikûmeta Sûriyê, Tirkiyê piştgiriya xwe ji bo darizandina hikûmeta Sûriyê nîşan da.

Wezareta Derve ya Tirkiyê îro di daxuyaniyekê de ragihand ku bi eşkerekirina berpirsyariya hikûmeta Sûriyê di êrîşa kîmyawî de, Tirkiyê dê piştevaniya xwe ji bo misogerkirina darizandina hikûmeta Sûriyê berdewam bike.

OPCW Şam bi êrîşa çekên kîmyawî ya li Dûmayê tawanbar kir

Rêxistina Qedexekirina Çekên Kîmyawî (OPCW) rêveberiya Şamê bi êrîşa kîmyawî (klor) ku di sala 2018an de li navçeya Dûma ya herêma Xûtaya Rojhilat, li rojhilatê paytexta Sûriyê Şamê, 43 kes kuştin, tawanbar kir.

Li gorî rapora Rêxistina Qedexekirina Çekên kîmyawî, diyar e helîkoptereke artêşa Sûriyê ku ji balefirxaneya Dimêr derketiye û di 7ê Nîsana 2018an de saet 19:30 du bermîlên ku gaza klor têde bûn bi ser bajarê Doma de berdane û di encamê de 43 kes hatin kuştin û bi dehan jî jehrî bûn.

Li gorî tîma lêkolînan a girêdayî Neteweyên Yekbûyî hêzên Rûsyayê jî beşdarî wê êrîşê bûne.