XEZE - Koçberek piştî ku vedigere, bavê xwe mirî dibîne: ‘Gunehê me çi ye?’
Hewlêr (Rûdaw) – Li bajarê Xezeyê ji ber bombebaranên Îsraîlê xaniyên kavil û hilweşiyayî li dû man.
Welatiyê Filistînî Elî Mehdiyê ku 2 hefte ne ji ber şer û bombebaranê ber bi başûrê Xezeyê ve derbider bûbû, di roja duyem a agirbestê de vedigere mala xwe lê bavê xwe û biraziyê xwe mirî dibîne.
Welatiyê Filistînî Elî Mehdî anî ziman:
“Bavê min û biraziyê min 14 roj in şehîd bûne. Li ber deriyê malê bûn. Birayên min birîndar bûne. Cîranên me şehîd bûne. Gelek şehîd hene, ez wan nas nakim.
Bi alîkariya ciwanekî min cenazeyên bavê xwe û biraziyê xwe di nava malê de veşartin.”
Bi gotina Elî, ne ambûlans, ne Xaça Sor, ne înternet û ne jî otomobîlek li derdorê maye, tenê kavil û mirin tên dîtin.
Herwiha dibêje ti pêwendiya wan bi Hemas û Fetihê re jî nîne.
“Gunehê me çi ye?”
Welatiyê Filistînî Elî Mehdî got:
“Gunehê me çi ye? Em ne Hemas in û em ne jî Fetih in. Me di jiyana xwe de çek hilnegirtiye.
Çi gunehê me heye ku ev yek tê serê me. Hûn ne şerê Hemasê dikin, hûn di nav xelkê de şer dikin.”
Li navçeya Xuzayê ya bajarê Xan Yûnisê, piştî agirbestê welatiyê Filistînî Îyad û malbata xwe vedigerin mala xwe lê tenê kavilan dibînin.
Welatiyê Filistînî Îyad El-Necar jî li ser kavilên mala xwe got:
“Ez nikarim hestên xwe bînim ziman. Dema ez hatim vê derê min dest bi girî kir. Min û malbata xwe dema me xaniyê wêran dît, dilê me jî wêran bû, hemû jiyana min wêran bû.
Ez 44 salî me. Dema ez li pola duyan a dibistana navendî bûm, min şekel bi şekel kom kir daku vî xaniyî ava bikim, niha bi çavgirtinekê çû.”
Agirbesta Hemas û Îsraîlê ya 4 rojan didome ku 24ê mehê dest pê kir.
50 dîlên Îsraîlî yên li ba Hemasê li beramberî 150 girtiyên Filistînî yên di wan 4 rojan de dê werin berdan.
Amerîka, Misir û Qeter hewl didin agirbestê dirêj bikin ku zêdetir dîl û girtî werin berdan.