Netanyahu: Me êrişî serê axtapot kir

Hewlêr (Rûdaw) – Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu diyar kir ku wan êrişî “serê axtapot” kiriye û êrişa wan a li dijî Îranê êrişeke bi hêz bûye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li ser êrişa Îsraîlê ya li hember Îranê axivî.

Benjamin Netanyahu da zanîn ku ew bi awayekî sîstematîk tevgeriyan û li gorî planeke sîstematîk wan destê "axtapot" birî.

Netanyahu bi gotina 'destê axtapot' amaje bi şerê Îsrîalê yê li dijî Hamas û Hizbulahê kir.

Benjamin Netanyahu li ser êrişa Îranê jî wiha got:

“Doh şemiyê me êrişî serê axtapot ê rejîma Îranê kir.

Artêşa Îsraîlê doh baregehên leşkerî yên Îranê yên li Tehran, Îlam û Xuzistanê bombebaran kirin.

Li gorî daxuyaniya artêşa Îranê ji ber êrişa Îsraîlê 2 leşkerên wan hatine kuştin û sîstema parastina sivîl rê li ber êrişan girtiye.

Êrişa Îsraîlê karvedaneke mezin a welatan li dûv xwe anî.

Aloziyên di navbera Îran û Îsraîlê de piştî Şerê Xezeyê yê 7ê Çiriya Pêşîn a 2023yan de dest pê kir.

Roja 13ê Nîsana 2024an Îranê bi sedan dron û mûşekan êrişî Îsraîlê kir.

Ev êriş bû yekem êrişa rasterast a Îranê ya li dijî Îsraîlê.

1ê Çiriya Pêşîn a 2024an Îranê bi 200 mûşekên balîstîk êrişî Îsraîlê kir.