TEL EVÎV - Kamyonê da nav xelkê, bi dehan birîndar hene

Hewlêr (Rûdaw) - Li Tel Evîva paytexta Îsraîlê kamyonekê da nav rêwiyên ku li rawestgehê bûn.

Li gorî agahiyên ku Stêrka Sor a Dawûd (Serwîsa tenduristiyê ya bilez e) dane, 37 birîndar hene û birînên 9an ji wan giran in.

Stêrka Sor a Dawûd diyar kir ku timên tenduristiyê li cihê bûyerê midaxeleyî bi dehan birîndaran kiriye.

Polîsê Îsraîlê jî amaje pê kir ku ew gumanê ji “êrişeke terorê” dikin.

Bûyerê li rawestgeha otobusan a li nêzîkî Baregeha Glîlotê ya bi ser Yekîneya Îstixbaratê ya Leşkerî ya Îsraîlê ya 8200î ve rû da.