VÎDEO - Rojnameger avahiyek teqand!

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê Îsraîlî Danny Kushmaro li Libnanê avahiyek teqand.

Rojnameger û pêşkêşkar Danny Kushmaro bi artêşa Îsraîlê re derbasî başûrê Libnanê bû.

Danny Kushmaro êlekê ji pola li xwe kir û beşdarî operasyoneke Îsraîlê ya li gundekî li başûrê Libnanê bû.

Kanal 12ê dîmenên dema ku Kushmaro avahiyekê diteqîne belav kirin.

Di vîdeoyê de xuya dibe ku leşker bikaranîna sîstema teqîner ji Kushmaro re dibêjin.

Leşkerek jê re dibêje, “Ji wê avahiya gewr roketan berdidin bakurê Îsraîlê.”

Kushmaro jî dibêje “Çar, sê, du, yek” û pê li pişkokê dike û avahî diteqe.

Artêşê dîmenên teqînê ji hewayê ve girtin.

Kanal 12ê dîmen bi rêya hesabê xwe yê Instagramê jî dan.