VÎDEO - Rojnameger avahiyek teqand!

Duh li 09:19
Danny Kushmaro avahî teqand / Wêne: Ji ber dîmenan
Danny Kushmaro avahî teqand / Wêne: Ji ber dîmenan
Nîşan Danny Kushmaro Îsraîl Rojnameger Avahî Teqandin Libnan
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Rojnamegerê Îsraîlî Danny Kushmaro li Libnanê avahiyek teqand.

Rojnameger û pêşkêşkar Danny Kushmaro bi artêşa Îsraîlê re derbasî başûrê Libnanê bû.

Danny Kushmaro êlekê ji pola li xwe kir û beşdarî operasyoneke Îsraîlê ya li gundekî li başûrê Libnanê bû.

Kanal 12ê dîmenên dema ku Kushmaro avahiyekê diteqîne belav kirin.

Di vîdeoyê de xuya dibe ku leşker bikaranîna sîstema teqîner ji Kushmaro re dibêjin.

Leşkerek jê re dibêje, “Ji wê avahiya gewr roketan berdidin bakurê Îsraîlê.”

Kushmaro jî dibêje “Çar, sê, du, yek” û pê li pişkokê dike û avahî diteqe.

Artêşê dîmenên teqînê ji hewayê ve girtin.

Kanal 12ê dîmen bi rêya hesabê xwe yê Instagramê jî dan.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst