Hizbulahê hişyarî da Îsraîliyan: Ji wan cihan derkevin!

Hewlêr (Rûdaw) – Medyaya leşkerî ya Hizbulahê hişyariyeke nivîskî da gelê Îsraîlê ku ji 20 deverên li bakurê welêt derkevin.

“Bûne hedefa meşrû”

Hizbulahê vîdeoyek belav kir û tê de nav û nexşeyên 20 cihên li bakurê Îsraîlê dan û ji şêniyên wan deveran re hat gotin:

“Em bangî şêniyên van deran dikin,

Em rica dikin yekser ji van deran derkevin, cihê we ji bo leşkerên dijmin ên ku êrişî Libnanê dikin bûne stargeh.

Ji ber vê jî bûne hedefa meşrû ya hêza hewayê û mûşekên Berxwedana Îslamî.”

Li hêla din, Hizbulahê destnîşan kir ku wan êrişî 5 baregehên leşkerî û 6 deverên din ên li bakurê Îsraîlê kiriye.