Di Kampa Bînîn a Lubnanê de ji ber pîsbûna avê nexweşî zêde bûne

Hewlêr (Rûdaw) - Penaberên Sûriyê li kampên Libnanê di rewşeke gelekî zehmet re derbas dibin. Li kampa Bînîn ya penaberan xelk gazinan ji pîsbûna avê û komkirina zibil di nava kampê de dikin û dibêjin, ava pîs û zibil bûne sedema belavbûna nexwşeiya Kolêra. Jinek dibêje, ew bi wê ava pîs, serî, firax û kelûpleên xwe pê dişon.

Penaber dibêjin, ti kesek û aliyê peywendîdar li wan napirse. Hikûmeta Lubnanê jî ji ber rewşa aborî ya xirab nikare alîkariya penaberan bike.

Li Kampa Bînîn a penaberên Sûriyê ye li Libnanê ava pîs û komên zibil bûne sedema belavbûna nexweşiya kolêrayê. Penaberên Sûrî di vê rewşê de dijîn û gazinan ji xemsariya aliyên peywendîdar dikin.

Penabera Sûrî li Kampa Bînîn got, “Asta pîsbûna gelekî bilind e û rewş bi giştî xirab e. Ti kes guh nadê me.”

Penaberê Sûrî li Kampa Bînîn anî ziman, “Ti kesek û aliyekî li rewşa me nepirsiye ji bo başkirina rewşa kampê.”

Nexweşiya Kolêra bi rêya ava pîs, xwarin û avrêjna li nava kampê belav dibe. Zibil li ser hev kom bûye û metirsiyeke ,mezin li ser wan çêdike.

Hikûmeta Libnanê jî, ji ber rewşa wê ya abûrî ya xirab nikare alîkariya penaberan bike.

Penaberê Sûrî li Kampa Bînîn got, “Sedema belavbûna nexweşiyê av e, bi taybetî ava pîs ya bîran, em xwe û cilên xwe û firaxên xwe bi vê avê dişon. Bibîne Zibil kom bûye, û ev dihêle ku em bi vê nexweşiyê bikevin.”

Penaberên Sûriyê li kampa Bînîn pişta xwe bi ajansên ser bi NY û rêkxistinên ne hikûmî yê navdewletî girê dide ji bo peydakirina ava paqij.

Di destpêka meha Cotmehê de, belavbûna nexweşiya Kolêra li kampê hat ragihandin û niha li gelek navçeyên Sûriyê jî belav bûye.