Îro rêkeftina sînorê ava navbera Îsraîl û Lubnanê tê îmzekirin

Hewlêr (Rûdaw) - Îro rêkeftina diyarkirina sînorê deryayî di navbera Îsraîl û Lubnanê de tê îmzekirin, ku çend sal in pirsgirêkeke sereke ye di navbera herdu welatan de. Rêkeftin bi navbeynkariya Amerîkayê dê were îmzekirin. Beyrut û Tel Avîv herî dawî bi pêşniyarên Amerîkayê razî bûn.

Tê çaverêkirin bi îmzekirina wê rêkeftinê di navbera Îsraîl û Lubnanê de, pirsgirêka sînorê deryayî di navbera herdu welatan de bi dawî bibe.

Serokwezîrê Îsraîlê, Yaîr Lapîd di 24ê Cotmeha 2022an de ragihandibû, "Roja Pêncşemê, em rêkeftineke dîrokî ligel Lubnanê îmze dikin. Di demek nêzîk de Îsraîl dibe hinardekarekî serekî yê gazê bo Yekîtiya Ewropayê."

Ji sala 2010 an û vir ve Lubnan û Îsraîl li ser sînorên xwe yên avî bi awayekî ne rasterast di nava pirsgirêkan de ne. Lê 11ê vê mehê bi navbeynkariya Amerîkayê bi devkî li ser 860 kîlometre çargoşeyî ya sînor gihiştîbûn rêkeftinekê.

Di destpêkê de Lubnan û Îsraîlê nêrînên xwe yên taybet li ser sînorê deryayî hebûn, lê piştre Amerîkayê pêşniyara xeta 23an kir û her du alî li ser vî sînorî li hev kirin û sînorê kêlgeha gazê ya Karîş li xeta 29ê û sînorê kêlgeha gazê ya Qana jî li xeta 1ê bi dawî dibe.

Kêlgeha Karîş bo Îsraîlê ye û kêlgeha gazê ya Qana jî bo Lubnanê ye, lê dê serpereştiya wê ji aliyê Total Enerjî ve bê kirin. Li gorî amarên ne fermî %17ê dahata kêlgeha Qana dê bo Îsraîlê be.

Her du welatan berî niha jî kêfxweşiya xwe bo cîbicîkirina vê rêkeftinê nîşan dabûn.

Serokê Lubnanê, Michel Aoun roja 13ê Cotmeha 2022an ragihand, "Ev rêkeftina ne rasterast di berjewendiya Lubnaniyan de ye û bi temamî mafên me diparêze. Ez sipasiya wan hemû kesan dikim ku di vê deskeftiyê de piştgiriya Lubnaniyan kirin. Ev bidest nediket eger yekrêzî û yekîtiya Lubnaniyan nebûya di dema van hemû guşaran de."

Berî niha kompanyayên biyanî ji ber metirsiyê red kiribûn ku di kêlgeha gazê ya Qana de kar bikin lê piştî rêkeftina devkî ya di navbera Îsraîl û Lubnanê de kompanya Total Enerjî razî bû ku di kêlgeha gaza Qana de kar bike. Ligel rêkeftinê jî Îsraîl nêzîkî 5 kîlometre bi armanca parastina ewlekariya welatê xwe hiştiye.