Li Efrînê jî wek Serê Kaniyê çekdaran ala DAIŞê bilind kirin û ala Fransa şewitandin

27-10-2020
RÛDAW
Komên çekdar li Serê Kaniyê û Efrînê li dijî Fransayê xwepêşandan kirin û alên wî welatî şewitandin.
Komên çekdar li Serê Kaniyê û Efrînê li dijî Fransayê xwepêşandan kirin û alên wî welatî şewitandin.
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Li herdu bajarên Efrîn û Serê Kaniyê yên Rojavayê Kurdistanê ku niha di kontrola Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê de ne, li dijî gotinên Serokê Fransayê yên derbarê tundrewiya îslamî de, hejmarek ji çekdaran xwepêşandan kirin, Ala DAIŞê bilind kirin û alên Fransayê jî şewitandin.

DAIŞ bi çek, çekdar û ala xwe li naverasta bajarê Serê Kaniyê yê Rojavayê Kurdistanê ne ku ji aliyê Tirkiyê û grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ji beriya bêhtirî salekê ve hatiye kontrolkirin.

Li meydana Eilaf a li naverasta bajarê Serê Kaniyê ku nêzîkî bazara el-Hal anku bazara şênkatiyê ye, ku niha grûpên çekdar navê Diwar el Coze, li ser navê gwîzika pembo lê kirin, çekdar û alîgirên wan xwepêşandan li dijî Fransayê kirin.

Çekdaran ala DAIŞê bilind kirin û di bin alê DAIŞê de ligel siloganên beşdaran, ala Fransayê şewitandin.

Orhan Kemal, medyakar û çalakvanê ku ji neçarî ji Serê Kaniyê koçber bûye, ji Tora Medyayî ya Rûdawê re da zanîn, ku hebûna DAIŞê li Serê Kaniyê ne nû ye.

Orhan Kemal ji Rûdawê re got: “Li gor şopandina me û têkiliyên me bi xelkê Serê Kaniyê re, yên ku li bajêr mane, beriya niha kesên ku girêdana wan bi DAIŞê re hebû û li bajêr hebûn û çalak bûn, bi taybet kesên ku welatîbûna wan erebî û Misirî û Îmaratî û ji hin dewletên îsalamî yên din li Serê Kaniyê bûn û gelek kesên ku beriya niha endamên DAIŞê li Dêrezorê bûn, niha li Serê Kaniyê bicih bûne. Di xwepêşandana ku duh hatibû destpêkirin, alên DAIŞê têde rakirin û ew yek bi zelalî û aşkere bû.”

Li bajarê Efrînê jî, çekdarên girêdayî Tirkiyê û alîgirên wan ji Erebên hawirde li naverasta bajêr xwepêşandan li dijî Fransayê birêve birin.

Di xwepêşandanê de ala Cebhet el-Nusre hat bilindkirin û silogan li dijî Emmanuel Macron, serokê Fransayê hatin avêtin. Herwiha ala Fransayê hat şewitandin.

Piştî ku penaberekî Şîşanî serê mamosteyekî Fransî birrî bû, serokê Fransayê daxuyanî li dijî tundrewên îslamîst dabûn. Recep Tayipp Erdogan, serokê Tirkiyê bi tundî daxuyan li dijî Macron dabûn. Piştî daxuyaniyên Erdogan, grûpên çekdar ên opozisyona Sûriyê ya girêdayî Tirkiyê li navçeyên li jêr kontrola Tirkiyê û çekdaran xwepêşandan li dijî Fransayê û serokê wê kirin.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst