Bi vîdyografîkê cihê kuştina Ebûbekir Bexdadî

28-10-2019
RÛDAW
-
-
Nîşan Amerîka Sûriye Idlib Ebûbekir Bexdadî
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de û bi alîkariya îstixbaratî ya hêzên Kurd li parêzgeha Idlib a Sûriyê hate kuştin.

Li gor hin zanyariyên nû, roja Şemiyê demjimêr 17:00 bi dema Waşington DC û demjimêr 12ê şev bi dema Herêma Kurdistanê, 8 helîkopterên leşkerî yên Amerîkayê tevî tîmeke serbazî ya taybet a Amerîkî ji Hewêrlê ber bi gundê Barîşa yê ser bi parêzgeha Idliba Sûriyê ve çûn, ku cihê mana serkirdeyê DAIŞ Ebûbekir Bexdadî bû.

Bi destpêkirina operasyonê, Serokê Amerîkayê, Donald Trump û tîmeke taybet a ewlehî û berevaniyê ya wî welatî bi endamîtiya Cîgirê Serok, Wezîrê Berevaniyê, Şêwirmendê Asayişa Niştimanî û çend kesên din li Koşka Spî çavdêriya operasyonê dikirin û rewş dişopandin.

Amerîkayê ji bo bidestxistina zanyariyên derbarê Ebûbekir Bexdadî de, 25 milyon dolar weke xelat diyar kiribû.

Bexdadî li gundekî Idlibê ku tenê 5 kîlometran ji sînorê Tirkiyê dûr e, û li navçeya di bin desthilatdariya Cebhet el Nusre hate kuştin.

Di vî vîdyografîkê de, hevkarê me behsa cihê operasyonê û zanyariyên têkildarî mijarê dike.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst