Mezlûm Kobanî: Ebûbekir Bexdadî bi operasyoneke hevbeş hat kuştin

27-10-2019
RÛDAW
Wêne: AA
Wêne: AA
Nîşan HSD Mezlûm Kobanî Amerîka DAIŞ
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) – Fermandeyê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî ragihand ku “xelifeyê” DAIŞê Ebûbekir Bexdadî piştî 5 meh amadekariyên operasyonekê hate kuştin.

Fermandeyê Giştî yê Mezlûm Kobanî derbarê kuştina Ebûbekir Bexdadî de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyanî da û eşkere kir ku ew bi operasyoneke hevbeş hatiye kuştin.

Mezlûn Kobanî dibêje: “Ev 5 meh in ku amadekariyên vê operasyonê dihatin kirin. Piştî komkirina zanyariyên istixbaratî û şopandinê, bi operasyonekî hevbeş Ebûbekir Bexdadî hatiye kuştin.”

Kobanî herwiha spasiya wan aliyan dike ku beşdarî operasyona kuştina Bexdadî bûne.

Herwiha pêştir jî Fermandeyê Giştî yê HSDê Mezlûm Kobanî li ser hesabê xwe yê twitterê ragihandibû ku wan operasyoneke serkevtî ya dîrokî ligel Amerîkayê pêk aniye, lê eşkere nekiriye ka çi ye.

Berdevkê Navenda Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mistefa Balî, li ser hesaba xwe ya Twîtterê daxuyaniyek belav kir.

Mistefa Balî di vê daxuyaniya xwe de got, “Me ji bo jinên Êzidî, komkujiya Kobanî, êrişên li ser Kerkûk û Xaneqînê û ji bo tevahiya gelê Kurd tol hilda û em dê berdewam bikin.”

Balî hewiha ragihand ku operasyonên wan ên bihêz û bi bandor, careke din hêz û rijdbûna wan nîşan dane, lê bi awayekî eşkere behsa kuştina Bexdadî nekiriye.

Medya Amerîka ragihand ku kuştina Ebu Bekir Bexdadî hatiye piştrastkirin.

Medyaya Amerîkî dibêje, ku Ebu Bekir Bexdadî û hevjîna wî, xwe teqandine û got, operasyon bi 8 helîkopter û 2 balafirên bê pîlot li Barîşa ya ser bi Idlibê ve hatiye kirin.

Çavkaniyên pizîşkî yên li wê navçeyê jî dibêjin, piştî wê operasyonê 7 cenaze hatine dîtin ku yek ji wan zarok e û 3 jî jin in.

Dema nûçeya kuştina Bexdadî belav bû, Îranê yekser ragihand ku zêdeyî hefteyekê ye ew bi rêya hikûmeta Sûriyê derbarê cihê mana Bexdadî de hatine agahdarkirin û mijûlê komkirina zanyariyên zêdetir ên derbarê wê mijarê de bûn.

Hewla kuştina Bexdadî di demekê de ye, Trump la nav welatê xwe rûbirûyê du guşarên mezin bûye, biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ku rexneyên dijwar ên Kongresê bi pey xwe anîn û herwiha guşara Kongresê ya lêpirsîna derbarê Trump de li ser peywendiya ligel Serokê Ukraynayê.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst