Wezaretê eşkere kir: Di êrişa Îsraîlê de çend kes hatin kuştin?

59 xulek berê
RÛDAW
Nîşan Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê Îsraîl
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê de 2 kes mirin û 76 kes jî birîndar bûn.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê li ser êrişa Îsraîlê ya li Beyrûtê daxuyanî da.

Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrişa Îsraîlê ya li taxa Herîkê yê başûrê Beyrûtê de 2 kes mirine û 76 kes jî birîndar bûn.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan navenda sereke ya Hizbulahê bombebaran kiriye.

Çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê jî ragihand ku 6 avahî bi temamî hilweşiyane.

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî jî da zanîn:

“Hêzên Parastinê yên Îsraîlê li başûrê Libnanê êrişî navenda sereke ya Hizbulaha rêxistina terorê kir.”

Daniel Hagarî behsa Nasralah nekir û got:

“Navend li başûrê Beyrûtê di bin gelek malan de bû.”

Çavkaniyekî nêzîkî Hizbulahê nexwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku “Nasralah silamet e.”

Her wiha medyaya Îranê jî ragihand ku “Hesen Nasralah sax e.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Ji 23yê Îlonê ve bombebarana Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê tundtir bûye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di van rojên dawî de zêdetirî 700 kesî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst