Medyaya Îsraîlê: Armanca bombebaranê Hesen Nasralah bû

3 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Hesen Nasralah Îsraîl Hizbulaha Libnanê
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî ku Îsraîlê êrişî başûrê Beyrûtê kir, medyaya Îsraîlê ragihand ku armanc Sekreterê Giştî yê Hizbulahê Hesen Nasralah bûye.

Çend medyayên Îsraîlê ragihand, “Armanca êrişa artêşa Îsraîlê ya başûrê Beyrûtê, Hesen Nasrallah bû. Nasralah di avahiya ku artêşa Îsraîlê bombebaran kir de bû.”

Berdevkê Artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî jî da zanîn:

“Hêzên Parastinê yên Îsraîlê li başûrê Libnanê êrişî navenda sereke ya Hizbulaha rêxistina terorê kir.”

Daniel Hagarî behsa Nasralah nekir û got:

“Navend li başûrê Beyrûtê di bin gelek malan de bû.”

Berdevkê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Stephane Dujarric ragihand ku ew bi fikareke zêde li êrişan dinêrin.

Çavkaniyekî nêzîkî Hizbulahê ku nexwest navê xwe eşkere bike da zanîn ku Îsraîlê di êrişê de 6 avahî hilweşandine lê “Nasralah silamet e.”

Her wiha medyaya Îranê jî ragihand ku “Hesen Nasralah sax e.”

Hesen Nasralahê 64 salî ji 1992yan ve Sekreterê Giştî yê Hizbulahê ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li baregeha Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kir û got:

“Vê hefteyê, artêşa Îsraîlê hejmareke zêde ya mûşekên Hizbulahê ku nêzîkî 30 sal in bi piştgiriya Îranê çêdike, têk birin.”

Netanyahu her wiha anî ziman:

“Me fermandarê pilebilind ê leşkerî yê ku ne tenê destê wî di rijandina xwîna Îsraîliyan de, di heman demê de di xwîna Amerîkî û Fransiyan de jî hebû, kuşt.

Paşê me cîgirê wî kuşt, paşê me cîgirê cîgirê wî jî kuşt.

Heta ku em bigihin hemû armancên xwe em dê kêmkirina şiyanên Hizbulahê bidomînin.”

Şer û pevçûnên di navbera Hizbulah û Îsraîlê de piştî destpêkirina şerê Xezeyê ya 7ê Çiriya Pêşîna 2023yan dest pê kir.

Ji 23ê Îlonê ve bombebarana Îsraîlê ya li başûrê Beyrûtê tundtir bûye.

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di van rojên dawî de zêdetirî 700 kesî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst