Netanyahu: Li Îranê cihekî ku destê Îsraîlê negihêje nîne

Hewlêr (Rûdaw) - Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu Îran tehdît kir û diyar kir ku li Îranê ti cih nînin ku destê Îsraîlê negihêje.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di 79emîn Komîsyona Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) de axivî.

Netanyahu bi giştî behsa şerê Îsraîlê yê bi Hemas û Hizbulaha Libnanê re kir.

Îran piştgiriyê dide rêxistinên Hemas û Hizbulaha Libnanê.

Her wiha piştî kuştina Serokê Hemasê Îsmaîl Heniye Îran Îsraîlê tehdît dike.

Benjamin Netanyahu di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku divê Hemas ji holê rabe û heta ku ew bigihêjin armanca xwe ew dê şerê Hizbulahê bikin.

Benjamîn Netanyahu hişyarî da Îranê û got:

“Peyameke min ji bo zalimên Tehranê heye. Heger êrişî me bikin em dê êrişî wan jî bikin.

Li Îranê cihekî ku destên dirêj ên Îsraîlê negihêje nîne û ev ji bo tevahiya Rojhilata Navîn wisa ye.”

Dema Benjamin Netanyahu dest bi axaftina xwe kir, şandeyên Libnan û Filistînê ji salonê derketin û axaftina wî protesto kir.

Benjamin Netanyahu amaje bi wê yekê kir ku di avakirina Xezeyê de dê ti rola Hemasê nebe û Îsraîl dê li dijî Hemasê şer bike.

“Hizbulahê rêya şer hilbijart”

Benjamin Netanyahu amaje bi berdewamiya operasyonan kir û anî ziman:

“Heta ku em serkeftineke tam bi dest bixin dê operasyon berdewam bikin.

Heger Hemas li desthilatê bimîne, wê ji nû ve xwe birêxistin bike û êrişî Îsraîlê bike lewma divê Hemas tune bibe.

Hizbulahê rêya şer hilbijart, ji ber vê yekê ti çareya Îsraîlê nemaye.

Mafê Îsraîlê heye ku vê metirsiyê ji holê rake heta ku xelk vegere welatê xwe.

Em dê di vî şerî de bi ser bikevin û ez bangî artêş û gelê Îsraîlê dikim ku bihêz û berxwedêr bin.”

Şerê Hizbulah û Îsraîlê jî bi şerê Hemas û Îsraîlê re dest pê kir.

Hizbulaha Libnanê piştgiriya Hemasê dike û bi mûşekan êrişî Îsraîlê dike.

Îsraîl jî di demên dawî de navêndên Hizbulahê yên li başûrê Libnanê bombebaran dike.

Herî dawî di êrişên elektronî yên Îsraîlê de bi dehan çekdarên Hizbulahê li Beyrûtê hatibûn kuştin.

Ji ber êrişên Îsraîlê yên vê dawiyê li Libnanê zêdetirî 620 kesî hatine kuştin û zêdetirî hezar û 835 kes jî birîndar bûne.