Îsraîl: Me navenda sereke ya Hizbulahê bombebaran kir

5 demjimêr berê
RÛDAW
Nîşan Îsraîl Hizbulaha Libnanê Beyrût
A+ A-

Hewlêr (Rûdaw) - Piştî axaftina Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu ya li Komîteya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) li Beyrûta paytexta Libnanê dengên gelek teqînan hatin bihîstin.

Artêşa Îsraîlê ragihand ku wan li Beyrûtê navenda sereke ya Hizbulaha Libnanê bombebaran kiriye.

Çavkaniyên nêzîkî Hizbulahê ragihand ku 6 avahî bi temamî hilweşiyane.

Berdevkê artêşa Îsraîlê Daniel Hagarî da zanîn:

“Hêzên Parastinê yên Îsraîlê li başûrê Libnanê êrişî navenda sereke ya Hizbulaha rêxistina terorê kir.”

Medyaya fermî ya Libnanê jî ragihand, “Balafirên dijmin rêzeêriş li başûrê Beyrûtê pêk anî.”

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu li baregeha Neteweyên Yekbûyî gotarek pêşkeş kir û got:

“Vê hefteyê, artêşa Îsraîlê hejmareke zêde ya mûşekên Hizbulahê ku nêzîkî 30 sal in bi piştgiriya Îranê çêdike, têk birin.”

Netanyahu her wiha anî ziman:

“Me fermandarê pilebilind ê leşkerî yê ku ne tenê destê wî di rijandina xwîna Îsraîliyan de, di heman demê de di xwîna Amerîkî û Fransiyan de jî hebû, kuşt.

Paşê me cîgirê wî kuşt, paşê me cîgirê cîgirê wî jî kuşt.

Heta ku em bigihin hemû armancên xwe em dê kêmkirina şiyanên Hizbulahê bidomînin.”

Ji 23ê Îlonê ve li Libnanê bombebaran zêde bûne.

Neteweyên Yekbûyî da zanîn “herî kêmî 118 hezar kes ji Libnanê koçber bûne.”

Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê, di van rojên dawî de zêdetirî 700 kesî hatine kuştin ku piraniya wan sivîl in.

Şîrove

Bi mêvanî şîroveyekê binivîse an jî têkeve hesabê xwe da ku malperê bi awayekî yeksertir û berfirehtir bi kar bînî

Şîroveyekê binivîse

Pêwîst
Pêwîst